‘Jin ji ber pirsgirêka debarê tenduristiya xwe nafikirin’
- 09:04 10 Hezîran 2026
- Tenduristî/Werzîş
STENBOL - Melahat Durmaz a 58 sal e ebe ye, da zanîn ku jin di mehên havînê de pirsgirêkên nexweşiyên jinan dijîn û anî ziman ku jin ji ber xizanî û zextên civakî dereng serî li xizmetên tenduristiyê didin.
Bi hatina havînê re pirsgirêkên tenduristiyê yên jin dijîn zêde dibin û krîza aboarî, pirsgirêka xwe gîhandina alavên hîjyenê û newekheviya di xizmeta tenduristiyê de raste rast bandor li ser jiyana jinan dike. Bi taybet mehên havînê de nexweşiyê jinan zêde dibin û jin nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Endama Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ya Şoreşger (Dev Saglik-Îş) Melahat Durmaz ya 58 sale ebeye der barê mijarê de axivî.
‘Jin ji ber xizaniyê tenduristiya xwe îhmal dikin’
Melahat Durmaz da zanîn ku jin di mehên havînê de bi pirsgirêkên xwînbûn, îltîhab û her wekê din re tên rû hev û jin ji ber şerm dikin tenduristiya xwe nafikriin û ji ber vê dereng diçin nexweşxaneyê. Melahat Durmaz ev tişt anî ziman: “Jin ji ber pirsgirêkên aborî û xizaniyê tenduristiya xwe îhmal dikin. Ji ber xizaniyê tenduristiya xwe taloq dikin. Ez 10 sal berê bi nexweşiya pençeşêra memikan ketim. Lê min ferq kir ku min xwe gelek îhmal kiriye.”
Melahat Durmaz destnîşan kir ku xwegîhandina alavên hîjyenê, ava paqij ne pêkane û wiha bi lêv kir: “Xizanî raste rast bandorê li tenduristiya jinan dike.Beriya pêkanîna Hekîmtiya Malbatê, navendên tenduristiya dayik-zarok hebûn û em tax bi tax mal bi mal digeriyan û me xizmet dibir ji jinan re. Ev aşî ji bo jinan girîng bûn. Hîna jî girînge. Lê ji xizmeta tenduristiyê ya niha gelek jin ji ber xizaniyê fêdeyê nagirin. Mînak ji bo kontrola welidînê jî ev xizmet bi pere tên kirin. Berê bê pere bûn û jinan ji ber şerm dikirin nedihatin. Wê demê me dosya amade dkir. Me gazî dayikan dikir. Me kontrolên wan dikir. “
‘Divê piştgiriya sîgorteyê bidin jinan’
Melahat Durmaz diyar kir ku pedên hîjyenîk jî bê pere nadin jinan û wiha dawî lê anî: “Divê dewlet sîgorteya hemû jinan çêbike. Jinên pereyê wan tuneye, karkerên malê ne nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Jin bi salane ji bo li ser bedena xwe xwedî mafê gotinê bin têdikoşin. Nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê.”








