Li Colemêrgê mirina bi gûman

  • 11:57 8 Hezîran 2026
  • Rojane
COLEMÊRG -Hamide Çiftçî di demjimêrên serê sibehê de li mala xwe ya li Colemêrgê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.
 
Hamide Çiftçî ya li taxa Baglar a Colemêrgê dima, di demjimêrên serê sibehê de di bin şert û mercên gumanbar de li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî ku xizmên wê bûyer ragihandin, tîmên tendirustî şandin cihê bûyerê.
 
Cenazeyê Hamide Çiftçî ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
 
Di vê navberê de, hat gotin ku agahî ji mêrê Hamdiye pê re hatiye zewicandin  Lezgîn Çiftçî jî agahî nayê girtin. Her wiha tê îdiakirin ku Lezgîn Çiftçî reviyaye.