Jinên KESK'î li Wanê komxebat li dar xistin

  • 13:54 7 Hezîran 2026
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Wanê bi sernavê "Li dijî bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan rêbazên têkoşînê! komxebatek li dar xist.
 
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Kamuyê (KESK) ya Wanê, bi sernavê ‘Li dijî bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan rêbazên têkoşînê’ komxebatek li dar xist. Di komxebata ku li Eywana Cûmhûr Keskîn a Baroya Wanê pêk hat de ji Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica û parêzer Ruşen Seydaoglû wekî axaftvanan cih girtin.
 
Komxebata ku Olcay Kaçmaz moderatoriya wê dikir, piştî axaftina vekirinê ji çapemeniyê girtî