SOHR: Ji serê salê ve di bûyerên li Sûriyeyê de 222 kes mirin
- 11:34 3 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ji aliyê SOHR'ê ve hatî belgekirin, ji destpêka sala 2026’an vir ve li bajarên cuda yên welat 201 bûyerên kuştinê hatine tomarkirin.
Di mehên dawî de ji ber daketina asta ewlehiyê ya li bajarên cuda yên Sûriyeyê, zêdebûneke girîng a tundî û êrîşan, bûye sedem ku gel bikeve nav fikaran. Zextên aborî û civakî yên li gel lawaziya di mekanîzmayên çavdêriyê de, ji bo pêşîgirtina li xirabtirbûna rewşê tedbîrên lezgîn hewce dike.
Li gorî daneyên ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatî belgekirin, ji destpêka sala 2026’an vir ve li bajarên cuda yên welat 201 bûyerên kuştinê hatine tomarkirin. Di encama van bûyeran de 30 ji wan jin, 178 mêr û 14 jî zarok, bi giştî 222 kes mirine. Ev hejmar di çarçoveya veguherînên ewlehî, civakî û aborî yên li welêt diqewimin de pirsên li ser sedemên zêdebûna rêjeyên sûc bi xwe re tîne. Dane nîşan didin ku sûc ne ji ber yek sedemê diqewimin; nakokiyên kesane û malbatî, belavbûna çekan a li derveyî kontrola qanûnî, şert û mercên aborî yên her ku her diçe dijwartir dibin, bandorên psîkolojîk û civakî yên salên şer û dijminatiyên xwînê yên hîn jî li hin herêman didomin, wek faktorên ku ketine nava hev derdikevin pêş.
SOHR’ê di daxuyaniya roja 2’yê Hezîranê dayî de diyar kir ku şahidiyên ji qadê eşkere kirin ku hebûna berfireh a çekên taybet ên li derveyî çarçoveya qanûnî, roleke diyarker di veguherandina nakokiyên rojane yên bûyerên xwînî de dilîze. Hat gotin ku ev rewş lawaziya mekanîzmayên kontrola civakî û kêmbûna amûrên navbeynkariyê yên herêmî nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev nîşane rê li ber nîqaşek berfirehtir a derbarê ka veguherînên di pergala civakî û ewlehiyê de çawa teşe didin qada sûc, vedike. Hate tekezkirin ku bandora krîza aborî li ser tevgerên kesan û kapasîteya wan a çareserkirina nakokiyan bi rêbazên bê tundî, nekarî bê paşguhkirin.
SOHR’ê, derbarê sedemên zêdebûna rêjeyên sûc de nirxandin kir û ragihand ku hin ji raya giştî vê zêdebûnê bi xirabûna şert û mercên jiyanê, xizanî û zêdebûna rêjeyên bêkariyê ve girê didin. Beşên din, kêmbûna asta ewlehiyê, belavbûna gotinên nefretê, xurtbûna meylên tolhildan û dijminatiya xwînê û zêdebûna çekên çekdar ên taybet wek sedemên sereke nîşan didin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka sala 2026’an vir ve, 8 jin, 85 mêr û 2 zarok, bi giştî 95 kes di bûyerên deryasayî yên tolhildan û înfazan hatine kuştin. Hate gotin ku ev yek nîşan dide ku tundiya bêkontrol zêde dibe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi berdewamiya sûc re, valahiya ewlehiyê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên ku civaka Sûriyeyê pê re rû bi rû dimîne ye û banga çareserkirina sedemên avahîsaziyê yên tundiyê û xurtkirina ewlehiya civakî kir. SOHR’ê, bang li saziyên pêwendîdar kir ku ji bo bihêzkirina serweriya hiqûqê, kontrolkirina belavbûna çekan, aktîvkirina saziyên dadwerî û kontrolê gavên lezgîn bavêjin. Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo pêkanîna bernameyên hişyariya civakî, çareserkirina faktorên aborî, civakî û derûnî yên bi zêdebûna rêjeya sûc re û pêşxistina polîtîkayên bibandor bi baştir têgihîştina diyardeyê, divê xebatên belgekirinê yên bi hûrgilî bên domandin.







