Mamoste Sevîm Keskîn: Tevî pêvajoya aştiyê zimanê gel nayê qebûlkirin

  • 09:03 2 Hezîran 2026
  • Rojane

  

WAN - Sevîm Keskîn a li KURDÎGEH’ê mamostetiyê dike, bertek nîşanê bikarneanîna zimanê Kurdî di qadên ceêaweriyê de da û got: “Tevî pêvajoya aştiyê zimanê dayikê yê gel nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin. Gel bi ziman û çanda xwe dikarin bijîn. Civaka zimanê xwe winda bike nasnameya xwe jî winda dike. Ji ber vê divê em xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin.”
 
Li meclîsê pêşnûmeya ‘Bila Kurdî di qada cemaweriyê de bê bikaranîn’ pêşnûmeya der barê statuya qanûnî ya ji bo Kurdî hat dayîn, ji aliyê AKP,MHP û Îyî Partî ve hat redkirin. Ev bi niqaşên pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ji nû ve hat rojevê. Li aliyekî pêvajoya aştî û civaka demokratîk didome û li aliyê din jî gavên ji bo zimanê gelekî nayê qebûlkirin.
 
Sevîm Keskîn a di rêveberiya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî(KURDÎGEH) der barê redkirina pêşnûmeyê de axivî.
 
‘Hûn çima zimanê Kurdî tune dihesibînin’
 
Sevîm Keskîn da zanîn ku ziman ji aliyê Xweda ve tê dayîn û got: “Di Kuranê de dibêje min her gel bi reng û zimanê wî afirand. Her gel bi zimanû çanda xwe pêş dikeve. Tu ziman ji zimanekî din ne mezintir e. Her ziman girînge. Ziman ayetên Xwedan e. Xweda dibêje ‘hemû ziman ji bo min pîroz in.’lê niha radibin zimanê Kurdan tune dihesibînin.”
 
‘Komara Tirkiyeyê li ser tunekirina Kurdan hat avakirin’
 
Sevîm Keskîn da zanîn ku ji avabûna komara Tirkiyeyê heta niha polîtîkayên asîmîlasyonê yê li ser Kurdî didomin û wiha domand: “Li her qadê zimanê Kurdî hedef hat girtin. Xwestin tune bikin. Em vê qebûl nakin. Komara Tirkiyeyê xwe li ser tunebûna Kurdan ava kir. 100 sal jî derbas be ew zîhniyet didome.Bila dest ji van pêkanînan berdin.”
 
‘Tevî pêvajoya aştiyê zimanê Kurdî qebûl nakin’
 
Sevîm Keskîn balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û daxuyakirin ku li aliyekî gotinên aştiyê hene li aliyê din jî gavên ji bo statuya fermî ya ji bo zimanê Kurdî tên redkirin. Sevîm Keskîn wiha bertek nîşan da: “Çima zimanê Kurdî qebûl nakin. Tevî pêvajoya aştiyê zimanê gel nayê qebûlkiin. Divê wek her kesî Kurd jî bi zimanê xwe biaxivin. Em serî li dijî van polîtîkayan natewînin.Zimanê gelekî bê jiyîn wê çand, hûner û dîroka wê jî bê jiyîn.”
 
‘Em zimanê xwe  bidin jiyîn’
 
Sevîm Keskîn behsa xebatên KURDÎGEH’ê jî kir û da zanîn ku ew ji bo ciwan û zaorkan di qada çand û hunerê de xebatên Kurdî dimeşînin û got: “Armanca me ev e ku çand û hunera Kurdî bê belavkirin. Polên me hene. Qursên me hene. Ji pola yekem bigire heta mamostetiyê polên me hene. Em dersan didin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Her kes dikare bê vir Kurdî fêr bibe û bide fêrkirin. Ciwan kal û pîr, her kes dikarin bên. Piranî xebatên me vegotina ziman e. Ne tenê li vir em li derve jî xebatên xwe dimeşînin.”