‘Gezî hilweşandina diwarê tirsê ye’
- 21:09 31 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Piştgiriya Taksîmê ji bo 13emîn salvegera Berxwedana Geziyê daxuyanî da û wiha hate gotin: “Gezî li dijî tarîtiyê ronahî ye. Gezî ne tenê parkeke daxwaza dadê ye. Gezî hilweşandina diwarê tirsê ye.”
Di ser Berxwedana Geziyê de 13 sal derbas bû. Piştgiriya Taksîmê ji bo 13emîn salvegera Berxwedana Geziyê li Kolana Mîsê ya Taksîmê navçeya Beyoglûyê daxuyanî da. Partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan, saziyên sivîl, parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girse xwest bi meşê bikevê Taksîmê lê pêşiya wan ji aliyê polîsan ve hate girtin. Girse li dijî astengiya polîsan dirûşmeya “Bijî Berxwedana Geziyê” û “Her der Taksîm her der berxwedan” berz kir.
Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan anî ziman ku ew ê rojekî zarokên xwe li Taksîmê bîrbînin.
Paşê daxuyanî hate xwendin, daxuyanî ji aliyê rêvebera TMMOBê Aydan Abanûr ve hate xwendin.
‘Gezî ne tenê parkeke, daxwaza dadê ye’
Aydan Abanûr diyar kir ku îro ew xwedî salvegera Berxwedana Geziyê derdikevin û wiha axivî: “Îro 31ê gulana 2026an e. Bi milyonan kes ji bo Gezî park bimîne li ber xwe da, îro salvegera wê berxwedanê ye. Îro roja nebîrkirina şehîdên Geziyê ye. Navê Mehmet Ayvalitaş, Ethem Sarisuluk, Abdullah Comert, Medenî Yildirim, Hasan Ferît Gedîk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan û Berkîn Elvan em ji bîr nakin. Em îro daxwaza azadiya Tayfûn Kahraman, Can Atalay, Osman Kavala, Çîgdem Mater û Mîne Ozerden dikin. Îro roja bilindkirina dengê têkoşînê ye. Gezî li dijî tarîtiyê ronahî ye. Gezî ne tenê parkeke, daxwaza dadê ye. Gezî hilweşandina diwarê tirsê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîdên Geziyê nemir in” bi dawî bû.







