ROJEVA 15'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 15 Gulan 2026
- Rojev
* Di tu mînakên cîhanê de qedandina têkoşîna çekdarî bi merasîmeke wisa pêk nehatiye. Ev koma gerîlayan ku jiyana xwe dan ser azadiya gelê xwe û ev bi têkoşîna çekdarî pêk anîn, çekên xwe teslîmê dewletekê nekirin an jî negotin em tenê çekan berdidin. Ji bo qada siyaseta demokratîk vebikin, merasîma şewitandina çekan pêk anî û biryarbûna xwe danî holê." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
* Parêzer Hediye Gokçe Baykal, da zanîn ku divê mekanîzmaya ku zarokan dike navenda xwe bê avakirin û got: “Hewce bi avakirina komîsyonekê nîne. Di saziyên heyî de sererastkirin dikarin bên kirin. Divê demidlest sererastkirinên ku pêşî li sûc digirin bên kirin.” DÎMEN HEYE
*Ji Dayikên Şemiyê Emîne Erbek ku di 1996’an de di komkujiya Basê de bav û apê wê jiyana xwe ji dest dan wiha got: “Em kujeran nas dikin. Em rastiyan dizanin. Em dixwazin gumanbar bên cezakirin û edalet pêk bê.” DÎMEN HEYE
*Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê sererastkirinên qanûnî yên piştî daxuyaniya Tevgera Apoyî daye, axivî û got: “Hiqûq pêk bê û hiqûqa aştiyê pêk bê wê bawerî ava bibe. Divê meclîs bikeve dewrê, sererastkirinên qanûnî bi lez pêk bîne û zemînê ava bike.” DÎMEN HEYE
*HevserokaSZK''ê Viyan Hesen, anî ziman ku gelek êrîş li ser Zimanê Kurdî çêbûye lê Kurdan bi israr û berxwedanek mezin zimanê xwe heta roja îro parastine û got: " Zimanê kurdî jî kurd û nasnameya kurdan parastiye." DÎMEN HEYE
*Şahiya Adarok a bi sedsalan e li Gundikê Melê tê pîrozkirin, wek mînaka jiyana komunal îro tê jiyîn. Ev kevneşopî, li Gundikê Melê her sal tê pîrozkirin. DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Aksoy, bi bîr xist ku zimanê Kurdî bi salan e rastî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tê û got ku xurtkirina pêvajoya aştî û demokrasiyê tenê bi naskirina mafên bingehîn ên gelan mimkun e. DÎMEN HEYE







