Rejîma Îranê cezayê girtîgeh û qamçiyê li du jinan birî
- 12:19 23 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Dadgeha Şoreşê ya Şîraz, cezayê 1 sal û 74 qamçî da Meryem Derîsî, 6 sal cezayê girtîgehê da Ferîba Huseynî.
Li gorî raporên hatine weşandin, Şaxa 101’an a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê beriya demekê, ji ber sûcê ‘xirabkirina sazûmaniya civakê û aramiyê’ 1 sal û 74 qamçî li Meryem Derîsî birî.
He wiha hate diyarkirin ku ji dozek din a ji ber ‘paropagandeya dijî rejîmê’ derbarê wê de hatî vekirin, hê biryarek nehatiye dayîn.
Li aliyê din derbarê Ferîba Huseynî ku li Şîrazê dijî, ji ber sûcên ‘li dijî ewlehiya welat, kombûn û lihevkirin’ 5 sal, ji ber sûcê ‘propagandeya dijî rejîmê’ 1 sal mehkûmî cezayê girtîgehê hate kirin. Dadgehê derbarê sûcên ‘heqareta dijî lîder’ biryara beraetê da. Ji ber pêkanîna cezayê herî giran, dê 5 sal cezayê girtîgehê were sepandin.
Herdu di dema xwepêşandanan de hatin girtin
Li gorî agahiyên hatine weşandin, Meryem Derîsî di 24’ê Sibata 2026’an de, Ferîba Huseynî di 3’ê Çileya 2026’an de li Şîrazê di dema xwepêşandanan de hate binçavkirin. Her du di 8’ê Adara heman salê de bi kefaleta demkî hatin berdan. Meryem Derîsî û Ferîba Huseynî berê jî hatine binçavkirin û girtin.
Ev doz wek parçeyek a pêvajoya darazê ku di mehên dawî de girêdayî xwepêşandanên li gelemperî welat tê dîtin. Li gorî raporên saziyên mafê mirovan ev xwepêşandan bi girtinên berfireh bi encam bû û rayedar, ji atmosfera şer û qada agirbesta şikestî sûd girtin û gelek deman li dijî welatiyan cezayên giran pêktînin.







