Civîna PM'a DEM Partiyê bi dawî bû

  • 20:52 12 Nîsan 2026
  • Rojane
 
ENQERE - DEM Partî, têkildarî pêvajoya civînên 5 rojan a ku bi civîna MYK’ê dest pê kiribû û îro bi civîna PM’ê bi dawî bû, dê sibê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
 
Civîna Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dawî bû. Pêvajoya civînan a 5 rojan a ku ji aliyê lijneyên DEM Partiyê ve bi civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) dest pê kiribû, bi dawî bû.
 
Têkildarî civînên ku tê de mijarên verastkirinên qanûnî yên ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê payîn li Meclisê bên derxistin, şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê û bandorên vî şerî li ser herêmê û Tirkiyeyê, herwiha xebatên ku dê di çarçoveya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de bên lidarxistin hatin nirxandin, dê sibê daxuyaniyek bê dayîn.