Ji bo meşa Gemlikê bang: Azadiya Abdullah Ocalan pêdivî ye

  • 09:03 12 Nîsan 2026
  • Rojane
ÎZMÎR-Jinan ji bo meşa Gemlîkê ya ku TJA ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan pêk tîne bang kirin û gotin: “Di serî de gelên Rojhilat aNavîn û gelên vê erdnîgariyê ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê azadiya Birêz Ocalan hewcedariya esas dibînin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Dem dema azadiyê ya jinan û azadiya Rêber Apo ye" di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlîk a Bursayê meşê pêk tîne. Li gelek bajaran amadekariyên meşê tên kirin û ji bo tevlibûnê bang tê kirin.Di meşê de daxwaza şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, pêkhatina şert û mercên azad û avakirina civaka demokratîk wê bên ziman.Endama  Kordînasyon aJinan a Navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berna Çelîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) Belkisa Suleymanoglu ji bo meşa Gemlîkê ku wê TJA ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne bang kirin.
 
‘Divê riya azadiya Abdullah Ocalan bê vekirin’
 
Belkisa Suleymanoglu da zanîn ku di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re salek derbas bûye û hîna muxatabê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtî ye û wiha domand: “Her kes baş dizane ev pêvajo yekalî nameşe. Bi saya Birêz Ocalan gelek gav hatin avêtin le hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Ev helwest dibe sedema astengiya pêvajoyê. Di vê esasê de divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê nasîn.”
 
‘Em bi hev re xwedî li pêvajoyê derkevin û xurt bikin’
 
Belkisa Suleymanoglu di berdewamiyê de wiha got: “Em wek TJA ji bo piştevaniya pêvajoyê û rastiya muxatabiya Abdullah Ocalan biqîrin di 19’ê Nîsanê de diçin Gemlîkê. Em hêvî dikin ku jin ligel me deng bidin dengê me. Em bang li hemû jinan dikin ku werin em bi hev re vê pêvajoyê xurt bikin.”
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan hewcedariya esas tê dîtin’
 
Berna Çelîk jî destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk saleke didome û vê pêvajoyê de hinek gav hatine avêtin û pêvajo didome. Berna Çelîk wiha anî ziman: “Em pêvajoya ku ji bo hemû gelan û bi taybet ji bo jinan bûye hêvî bi hev re dijîn. Lê Bêgûman ev pêvajo yek alî nikare bê meşandin. Hinek gav tên avêtin lê ev gav divê bên bersivandin. Bêguman avêtina van gavan bi azaidya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêkane. Azadiya Birêz Ocalan bi sînor nikare bê nirxandin. Azadiya Birêz Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk hewcedariyek esas tê dîtin. Diyarkirina statuyê di alî pêvajoyê de girînge, di alî baweriyê de girînge. Divê pêvajo êdî bigihêje encamekê.”
 
‘Felsefeya Abdullah Ocalan ji bo jinan bi nirx e’
 
Berna Çelîk daxuyakirin ku avakirina civakek wekhev û azad bi pêvajoya demokratîkbûnê pêkan e û jiyaneke ku hemû nasname dikarin ligel hev bijîn bi zemîna demokratîkbûnê dikare ava bibe. Bi banga 27’ê Sibatê re hêviya gel û bendewarî zêde bûn.Ligel vê perspektîfa Birêz Abdullah Ocalan daniye holê di carek din nîşan dide ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Ji ber vê jî ev perspektîf ji bo me jinan gelek girînge.”
 
Ji bo Gemlîkê bang
 
Berna Çelîk anî ziman meşa TJA’yê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê dest pê kir di 19’ê Nîsanê de wê bi daxuyaniyekê bê temamkirin û got meşa TJA’ê hemû jinan dihewîne û wan vedixwîne Gelmlikê. Berna Çelîk da zanîn ku ew hemû jinan bi vê wesîleyê vedixwînin meşa Gemlîkê.