Ji bo meşê bang: Ji bo azadiyê em ê biherikin Gemlîkê

  • 09:03 11 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL - Jinan ji bo meşa Gemlîkê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Daxwaza me ya esas azadiye. Em bibin mîlyon biherikin Gemlîkê. Aştî ji bo her kesî hewcedariye. Bila xwîn raweste û her kes peywira xwe bîne cih.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ya jinê û zadiya Rêber Apo ye" di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlîk a Bursayê meşê pêk tîne. Li gelek bajaran amadekariyên meşê tên kirin û ji bo tevlibûnê bang tê kirin.
 
Di meşê de daxwaza şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, pêkhatina şert û mrcên azad û avakirina civaka demokratîk bê bên ziman. Jinên wê tevli meşê bibin ji ajansa me re axivîn.
 
TJA: Em dixwazin di hawirek azad de bên gel hev
 
Aktîvîsta TJA’yê Ozlem Soyler da zanîn ku armanca meşê ev ku di hawirek azad de bi Abdullah Ocalan re bên gel hev û bibin dengê azadiyê. Ozlem Soyler wiha got: “Meş di heman demê de bi armanca îtîraz û vguhertinê tê kirin. Pergaleke hewcedariya me nayne cih heye. Em hedef dikin ku lingên demokratîkbûnê xurt bikin. Jin kirdeya pêvajoyê ne. Li vî welatî dîrokek xurt a siyaseta jinê heye. Em bi hev re dimeşin. Pêvajoyeke ku jin têde tunebin qels e. Em jin şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Em dixwazin îradeya xwe bi îradeya Birêz Ocalan re bikin ye. Em banga tevlibûna meşê li hemû jinan dikin.”
 
HDK: Em ê civaka demokratîk ava bikin
 
Ji Kordînasyona Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yagmur Yurtsever jî balkişand ser rola jinan di têkoşîna civakî de û wiha anî ziman: “Jinan îro jî rola pêvajoya civaka demokratîk bi awayekî xurt girtine ser xwe. Meş heman demê de îfadeya polîtîk e. Rola pêşeng a jinan a di meşa Gemlîkê de îfadeya rêxistinkiriye. Divê tecrîda li ser Birêz ocalan bê kişandin. Tevî pêvajoya muzakereyê tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkek cidiye. Em jin vê baş dibînin. Jin wê civaka demokratîk ava bikin.”
 
MATUHAYDER: Yekane daxwaz azadiye
 
Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) Nurten Karagoz jî got sedema esas a meşê azadiya Abdullah Ocalan e. Nurten Karagoz wiha dirêjî dayê: “Divê birêz Ocalan azad be. Divê di şerên azad de muzakere bê kirin. Em jin dixwazin ku Birêz Ocalan bi şert û mercên azad de pêvajoya muzakreyê bimeşîne.”
 
Dayikên Aştiyê: Em bibin mîlyon û biherikin
 
Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt jî balkişand ser girîngiya meşa Gemlîkê û wih adomand: “Meşa Gemlîkê tenê îsal nehatiye plankirin. Salên borî de jî meş pêk hatin. Lê em bi zext û astengiyan re hatin rû hev. Salê 2000’î de jî gelek meş hatin kirin. Wateyeke dîrokî ya meşa Gemlîkê heye. Tevlibûneke girseyî girînge. Wê di meşê de daxwaza azadiya Abdullah Oclaan bê bilindkirin. Aştî bi  azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Ocalan azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Ez banga tevlibûna meşê li hemû jinan dikin. Divê ev xwîn raweste û ji bo vê hemû kes peywira xwe bîne cih.”