Astengiya li pêş pêvajoyê: Divê gotin û pratîk wekhev bin
- 09:03 9 Nîsan 2026
- Rojane
WAN- Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay der barê ku dewletê pêvajoya civaka demorkatîk de gavên şênber navêtiye de axivî û got: “Divê gotin û pratîka dewletê hebe. Divê gotin û pratîk wekhev be. Mijar ne ku wê li Îmraliyê xanî bê çêkirin û Birêz Ocalan li wir bê bicihkirinê ye. Divê statu bê nasîn, divê riya Îmraliyê bê vekirin û mafê hêviyê bê nasîn.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û di her qada jiyanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê bang tên kirin. Di pêvajoyê de ji ber neavêtina gavên şênber, bêbawerî diafire û gel bang dike ku divê demidlest dewlet gotin û pratîka xwe bike yek. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Uzunay der barê pêvajoyê de axivî.”
‘Bi kodên înkarê ya 100 salî tevdigerin’
Gonul Uzunay da zanîn ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev salek e didome û ketiye asta duyemîn û di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê gavên şênber avêtine lê dewletê gavek şênber navêtiye. Gonul Uzunay wiha vegot: “Lîderê MHP’ê Bahçelî hinek gotinan dibêje lê gavek şênber nehatiye avêtin. Dema gav neyên avêtin wateya gotinan jî namîne. Ji ber dewlet gavê neavêje, bi gel re bêbawerî ava dike. 100 salî Kurd ji derveyê hiqûqê hat hiştin. Weke ku li vê axê najîn hatin nîşandan û wek ‘teror’ hat binavkirin. Şerê ku 50 sal in didome faşîzm û newekhevî giran kir. Banga Birêz Ocalan hem ji bo aştiya civakî hem jî ji bo entegrasyona demokratîk û hiqûqa bi Kurdan re bû. Divê di pêvajoya civaka demokratîk de gav bên avêtin. Dewlet bi kodên înkara 100 salî tevdigere. Li meclîsê avakirina komîsyonê girîng e lê hîna di raporê de mijara Kurdan wek ‘terorê’ tê destgirtin. Ji bo pêvajo bimeşe divê dewlet mijara Kurd bi samîmî bigire dest û bizanibe sedemên pirsgisrêkê çima derketine holê.”
‘Divê gotin û pratîk wekhev be’
Gonul Uzunay destnîşan kir ku di serî de pirsgirêka gelê Kurd û hemû şerên li cîhanê bûye sedema destpêka pêvajoyê û wiha bi lêv kir: “Sedema nedemokratîkbûna Tirkiyeyê neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Bahçelî gav avêt. AKP li gorî Bahçelî hinek şûnde dimîne. AKP berjewendiyên xwe difikire, li gorî wê gavê diavêje. Her du jî li gorî geşedanên cîhanê gavê davêjin; ji ber vê jî li demê belav dibe û li gorî xwe naxwazin çareseriyê biafirînin. Pirsgirêka Kurd wisa çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê cesaret hebe. Tirkiye bixwaze xwe ji şerên hegemonîk biparêze divê demokrasiyê ava bike û gelê Kurd nas bike. Yanî li gorî rewşê înkarkirin an jî ez aştiyê dixwazim, nabe. Ev dide windakirin. Divê dewlet divê asta duyemîn de gavê biavêje. Divê gotin û pratîka dewletê yek be.”
Mijar ne xanî ye: Divê statu bê nasîn
Gonul Uzunay di dawiyê de wiha got: “Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Aktorê pêvajoyê ye. Divê statuya qanûnî bê nasîn. Birêz Ocalan mûxatab e. Birêz Ocalan 27 sal in bi awayekî dijhiqûqî li Îmraliyê tê girtin. Mijar ne çêkirina xanî ya li Îmraliyê ye û bicihkirina xanî ye. Divê statu bê nasîn, divê riya Îmraliyê bê vekirin, divê mafê hêviyê bê nasîn. Divê her kes biçin Birêz Ocalan bibînin. Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Divê ev mafê hêviyê bê nasîn. Divê gel jiyanê bi hev re ava bikin. Divê yekitiya demokratîk pêk bê, zimanê Kurdan, çanda Kurdan bê nasîn, girtî bên berdan.”







