Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir

  • 15:02 8 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiya Kurdan, li Tirbespiyê meşek hat lidarxistin.
 
Bi dirûşma "Em bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekitiya Kurdan a demokratîk misoger bikin" Meclisa Bajarê Tirbespiyê meşek li dar xist.
 
Bi dehan şênî li pêşiya Rêveberiya Dibistanan kom bûn û hetanî pêşiya meclisa bajêr meşiyan. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên TEV DEM`ê bilind kirin.
 
Piştî ku meşvan gihaştin ber avahiya meclisê, li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî.
 
Xaliya Ehmed destnîşan kir ku divê Rêber Abulaah Ocalan were azadkirin, "ji ber ku kilîta çareserkira pirsgirêkîn Rojhilata Navîn li gel Rêbertiya me ye" û wiha dewam kir: “Banga Rêbertî ya aştî û civaka demokratîk divê berdewam bike û dewleta Tirk jî gavên aştiyê biavêje.”
 
Xaliya Ehmed da zanîn ku divê li çar aliyên Kurdistanê yekitî were xurtkirin û got: “Dem hatiye ku êdî em yekdest bin û li hember dijminên Kurdan têkoşîna xwe bi hêz bikin.”