Wezîra kar û barên civakî bi sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser re civiya
- 15:34 8 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra kar û barên civakî û kar a hikumeta demkî bi nûnerên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser ên herêma Cizîrê re civiya û girîngiya baştirkirina xizmetguzarî û alîkariya mirovî, yekkirina saziyan û xurtkirina hevkariyê gotûbêj kir.
Wezîra kar û barên civakî û kar a hikumeta demkî Hind Qebawat îro bi şandeyeke fermî re serdana parêzgeha Hesekê kir.
Di nav şandeyê de rêveberê kar û barên siyasî yê parêzgehê Ebas Huseyîn û endama Meclisa Gel Zengîn Ebdo hebûn.
Di civîneke çapemeniyê de, Hind Qebawat diyar kir ku armanca sereke ya serdanê ew bû ku ji bo hemû sûriyeyiyan aramî û jiyaneke birûmet pêk were. Her wiha bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re wekî tîmeke yekgirtî û diyar kir ku komîteyeke pispor li gorî demeke diyarkirî dest bi xebata xwe li ser pêvajoya yekkirinê kiriye.
Hind Qebawat her wiha bi amadebûna şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Cizîrê Jiyan Hesen, li gel hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Vîviyan Beho Osî û nûnerên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedê, civîneke girtî bi karmendên Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser re li dar xist.
Wê her wiha serdana Navenda Çand û Hunerê ya Hîlal Zerîn kir, li wir bi nûnerên rêxistin û komeleyan re civiya.
Biryar e ku wezîr paşê bi hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û rêveberên Kongra Star re bicive û rewşa jinan û mafên wan li Sûriyeyê gotûbêj bike.







