Dayik û kurê wê hatin qetilkirin
- 21:47 31 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Êlihê jina bi navê Aynur K. û kurê wê Ducane K. li baxçeyên mala xwe di encama êrîşê de hatin qetilkirin.
Li taxa Pinarbaşi ya Êlihê jina bi navê Aynur K. û kurê wê Ducane K. li baxçeyên mala xwe di encama êrîşê de hatin qetilkirin. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê. Ducane K. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Aynur K. jî li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
Gumanbar ji aliyê ekîbên polîs û cendermeyan di riya Êlih-Amedê de hat girtin.







