Mafê ji zayinê ve, tê: Zimanê dayikê (2)

  • 09:06 31 Adar 2026
  • Dosya
Nexweş û bijîşk bi Kurdî diaxivin lê belê fermiyet Tirkî ye!
 
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu der barê xwenegîhandina mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê de axivî û got: “Dema bi nexweşxan re Kurdî bê axaftin pê re pireke nêzikbûnê tê avakirin. Tê dîtin ku rengê dengê kes diguhere û leza avêtina dil kêm dibe. Di vê pêvajoyê de ji bo ziman di qadên tenduristî û perwerdehiyê de bikevin bin ewlehiyê divê sererastkirin bên kirin. Divê bê zanîn ku nêzîkatiya înkarê bi tu kesî nade qezenckirin.”
 
Bi pergala bi feraseta yekparêz hatiye avakirin û li civakan hatiye ferzkirin, di qada navneteweyî de jî  mafên ketine bin ewlehiyê tên astengkirin û qedexekirin. Yek ji mafê tê astengkirin mafê tendurisitiya bi zimanê dayikê ye û bi zimanê dayikê xwe gîhandina xizmeta tenduristiyê gelek zehmet e.  Li dijî êşeke ku mirov dijîn, ancax ev êş bi zimanê dayikê dikare bê vegotin. Lê mixabin di pergala heyî de Tirkî wek zimanê fermî tê bikaranîn.  Nexweşên nikarin xwe bi zimanê xwe vebêjin, di alî xwegîhandina dermankirineke baş de pirsgirêkan dijîn.
 
Di vê çarçoveyê de em di beşa duyemîn a dosya xwe de girîngiya tenduristiyê ya bi zimanê dayikê digirin dest.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî ya Wanê (SES) Fîgen Çolakoglu der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Girîngiya xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê
 
Fîgen Çolakoglu bal kişand ser xwegîhandina mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê û got Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) tenduristî wek rewşa baş a fîzîkî, civakî û ruh pênase kiriye. Fîgen Çolakoglu wiha dirêjî dayê: “Ji bo hesta rewşa baş ava bibe jî divê bi zimanê dayikê xizmeta tenduristiyê hebe.Ji bo dermankirin û teşîseke rast zimanê dayikê girîng e. Divê nexweş ewlehiyê bi aliyê hestî hîs bike û ji bo xizmeta tenduristiyê xwe vebike. Em vê tenê ji bo Kurdî nabêjin. Ligel me şerek tê jiyîn. Di alî penaber û kêmaran de ziman girîng e. Ji bo newekheviyên civakî bên kêmkirin divê xwegîhana xizmeta civakî ya bi zimanê dayikê hebe. Hebûna ziman di alî tenduristiyê de girîng e.”
 
‘Nexweş nikarin derdê xwe vebêjin’
 
Fîgen Çolakoglu da zanîn ku mafê xwegîhandina tenduristiyê yö bi zimanê dayikê mafê sereke yê mirovî ye û got: “Lê mixabin ev maf pêk nayê. Di alî xizmetên tendruisityê de mantiqa bazirganiyê heye. Nexweşxaneyên ku hatine avakirin, nexweşxaneyên bajar hatine avakirin û di bin navê turîzma tendruistiyê de xizmet tê dayîn. Yekîne hatine vekirin û di mijara zimanê dayikê de tiştek tune ye.Li nexweşxaneyan tercûman tune ne. Li herêmê ji ber gelek tendirustvan zimanê Kurdî dizanin nexweş zêde pirsgirêkan najîn. Lê li metropolan ne wisa ye. Di alî xweîfadekirinê de pirsgirêk tên jiyîn.”
 
Bandora xizmeta bi zimanê dayikê ya li ser nexweş
 
Fîgen Çolakoglu bandora xizmta bi zimanê dayikê ya li ser nexweşxan jî wiha vegot: “Zimanê min jî Kurdi ye. Bêgûman ez jî dixwazim xizmeta bi zimanê dayikê bidim. Ji ber xizemta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tune ye li holê bariyer hene.Ev nayên derbaskirin. Mînak dema bi nexweşxan re Kurdî bê axaftin pê re pireke nêzikbûnê tê avakirin. Tê dîtin ku rengê dengê kes diguhere û leza avêtina dil kêm dibe. Di vê pêvajoyê de ji bo ziman di qadên tenduristî û perwerdehiyê de bikeve bin ewlehiyê divê sererastkirin bên kirin. Divê bê zanîn ku nêzîkatiya înkarê bi tu kesî nade qezenckirin. Divê demildest sererastkirinên ji bo zimanê dayikê bên kirin.”