‘Li Navçeya Kowanciyanê agirê Newrozê geş bû

  • 16:40 24 Adar 2026
  • Rojane
XARPÊT - Li navçeya Qowanciyanê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dê neyê hiştin tarîtî hikumraniyê li ser ronahiyê bike û wihat gotin: "Agirê Newrozê dê her tim gurtir bibe." 
 
Li navçeya Qowanciyan a Xarpêtê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û girseyeke mezin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Beşdar cilên Kurdî li xwe kirin û bi alayên kesk û sor û zer qadê xemilandin. 
 
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a QOwanciyan Ramazan Karaman diyar kir ku li dijî kesên ku dixwazin li ser gelê Kurd serdest bibin, her tim kesayetên wekî Kawayê hesinkar, Rahşan û Mazlûm Dogan dê hebin. Karaman got: "Em ê tu carî nehêlin ku tarîtî li ser ronahiyê hikumraniyê bike. Em ê di her şert û mercî de li ber xwe bidin. Li ser bingeha rêzgirtina ji bo hemû gelan û nirxdayîna hemû mafan, em ê bi sekinandina li kêleka gel û rastiyê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amed Dogan Hatun ku beşdarî pîrozbahiyê bû, got: "Çawa ku agirê hêviyê sedsalek e venemiriye, ez bawer dikim ku agirê Newrozê jî qet venamire. Kurd li her derê bûne yek. Silav ji hemûyan re. Êdî kes nikare hebûna xwe li ser xwîna Kurdan û tunebûna wan ava bike. Agirê Newrozê dê her tim gurttir bibe, kes dê nikaribe agirê me vemirîne. Îro, agirê Newrozê dê li Qowanciyan geştir bibe û ciwan dê rêberiya vê bikin. Silav ji we re, ciwanên Qowanciyan. Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dest pê kiriye û em ji vê yekê pir kêfxweş in. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo Kurdan bê dayîn. Gelê Kurd dê tu carî dev ji zimanê xwe bernede. Gel dixwaze perwerdehiya Kurdî bi fermî bê naskirin."
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengiya ciwanan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amed Dogan Hatûn ve hate vêxistin. Piştre, beşdaran li ber stranên Koma Berçem govend gerand.