Li Stenbolê 2 avahî hilweşiyan: Kesekî jiyana xwe ji dest da
- 22:01 22 Adar 2026
- Rojane
STENBOL- Li navçeya Fatîh a Stenbolê piştî teqîna hat jiyîn 2 avahî hilweşiyan û kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Ayvansaray a navçeya Fatîh a Stenbolê piştî teqîna hat jiyîn du avahî hilweşiyan û gelek kes di bin kavilê de man. Li gorî îdiayan teqîn ji ber gaza xwezayî pêk hatiye û du avahiyên bi hev ve hilweşiyane. Li ser îxbarê ekîbên polîs, îtfaye, tenduristî û AFAD’ê sewqê cihê bûyerê hatinkirin. Ji 11 kesên di bin kavilê de man 10 heb haitn xilaskirn. Birîndar kirin nexweşxaneyê û kesekî jiyana xwe ji dest da.
Walîtiya Stenbolê diyar kir ku teqîn ji ber gazê pêk hatiye. Wezîrê dadê Akin Gurlek daxuyakirin ku der barê teqîn û hilweşîna avahiyan de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.







