Li Efrîn û Helebê êrişên nîjadperest

  • 21:20 21 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di dema pîrozbahiya Newrozê de bi dehan kes, êrişî malbatên Kurd ên li Efrînê û Helebê kirin û wesayîtên wan texrîb kirin.
 
Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bi dehan kesên hawirde êrişî malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê kirin.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, li Efrînê bi dehan kesan bi awayekî koman êrişî ciwan û jinan ên Kurd kirin, wesayîtên wan şikandin û heqaret li sembolên Kurdî kirin.