'Divê sala 2026'an bibe sala avakirina qanûnên aştî û azadiyê'

  • 14:59 21 Adar 2026
  • Rojane
 
AMED - Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê ku bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” tê lidarxistin, peyamên yekitî û aramiyê tê dayîn. 
 
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Amedê ku li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” tê lidarxistin, didome. Pîrozbahî, bi coşeke mezin li gel barana zêde berdewam dike. Di Newrozê de siyasetmedar axivîn û bal kişandin ser yekitî, aştî û aramiya herêmê.
 
Çetîn Arkaş: Bila Serok Apo were vê qadê
 
Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş ku demek li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabû, derket ser dika Newroza Amedê û xîtabî sed hezaran kes kir.
Çetîn Arkaş diyar kir ku li ser navê hemû hefs û zindanan gel silav dike û Newroza wan pîroz dike û wiha axivî: “Newroza azadiyê ya Rêber Apo pîroz be. Min di temenê xwe de cara ewil e newrozeke wisa girseyî de me. Ji ber wê gelek bi kelecan im. Newroza ku herî qelebalix beriya 35 rojan li eywana Abdî Îpekçî ya Stenbolê pîroz kiribû. Em deh hezar kes bûn. Me bi hevalan re keyfxweşiya xwe parve kiribû. Gelek ji wan hevalan niha di nava me de nînin. Em her çiqad qelebalix bibin jî ewqas kêm in. Kêmasiya wan hîs dikin. Aliyekî me keyfxweş e ku em bi we re ne aliyekî me jî xemgîn e ku kesên em dixwazin bi we re bin ne li vir in. Em ji vê qadê soz didin.
 
Ew zarokên dayikên me yên bi qiymet bûn. Niha wan hîs bikin. Soza we hemûyan ji wan re heye. Di vê têkoşînê de gelek dayikan zarokên xwe winda kirin. Em bi bedelên mezin heta van rojan hatin. Gelek dayîkên me yên biqiymet me di demên nêz de winda kir. Dayikek me di demek nêzîk de koç kir. Gotina wê wiha bû teqez serbikevin. Em di kesayeta wê dayîkê de soz didin hemû dayîkan em ê serbikevin teqez serbikevin. Gelê me yê em din ava pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêvajoyê pêşwazî dikin. Sed sala dawî ya înkarê çi bi kê da qezenckirin divê ev înkar êdî ji holê bê rakirin. Gelekî dê êdî çiqas jinedîtî ve were. Gel dê di vê Newrozê de têkoşîna azadiyê bidestbixin. Ev qad diqîre ku divê Kurd êdî azad bibin. Werin em di vê Newrozê de hevdîtina gelan jî lê zêde bikin. Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur divê bi entegrasyona demokratîk bigihe yekîtiya neteweyî. Em dizanin aştî wêrekî divê, lê heke firsend derketibin holê divê bên nirxandin. Em banga xwe ya ji bo aştiyê gavê biavêjin ji vir careke din dubare dikin. Esareta Îmraliyê êdî nikare were domandin. Divê şert û mercên Rêber Apo yên ragihandinê bên avakirin. Heke ev şert pêk werin dê Serok Apo were vê qadê bi xwe biaxive.
 
Rêber Apo û hevrêyên wî tu car ji jiyana birûmet tavîz nedan. Hatin kuştin, di girtîgehan de rizîn hatin sirgunkirin lê tu car bip aş ve gav neavêtin. Soza ku me daye dayikên me û şehîdên xwe heta ku ev têkoşîn bi azadiyê tacîdar bibe wê bidome. Ev firsend gelek nêzî me ye. Rojên ku serokatiya me û hevalên me azad bibin wê bibin rojên rast ên cejnê. Ez cejna we ya Remezanê û Newrozê pîroz dikim. Em ê bi serbikevin.”
 
Tuncer Bakirhan: Niha dora çêkirina qanûnên aştî û azadiyê ye
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Amedê de xitabî sed hezaran kir û Newroza gelê Kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir. Tuncer Bakirhan ewil Salih Muslim bibîr anî û got: “Ez Bavê Welat Salih Muslim û Sirri Sureyya Onder û hemû şehîdan bibîr tînim. Newroza hemû gelê amedê û gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim.”
 
Hevsrokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, xwest Newroz sala 2026an bibe sala avakirina Zagonên Aştiyê û çareseriyê ye û wiha got: “Li Rojhilata navîn ser sînoran birîn e. Her paytext agir e. Di nava vî agirî de Kurd hene. Kurd hem ewlehiya xwe diparêzin û hem piştgiriyê dide îstîkrara Rojhilata Navîn. Divê Enqere vê yekê bibîne. Niha li pêş Enqere firseteke dîroki heye. Eger Enqere vê firsetê pêk bîne, dê gavek dîrokî bavêje. Dê karibe li Rojhilata Navîn bibe hêz. Me têra xwe ciwanên xwe winda kir. Divê em ji bir nekin, yên têkevin şapo rojane, dê siberojê winda bikin. Werin em bi hevre vê meselê çareser bikin. Ev welat bi sedan caran xwîn bûn. Bila ev xwîn raweste. Em bi hevre Tirkiyeyeke Demokratîk ava bikin. Siberoja Tirkiye ne li zindana Kandira, Edîrne û Amedê ye. Siberoja Tirkiyeyê di destê meclisa Enqereyê de ye.”
 
Tuncer Bakirhan da zanîn ku her tim dibêjin Kurd çi dixwazin û wiha lê zêde kir: “Îro di Newroza 2026an de Kurd daxwazên xwe tînin ziman. Kurd nasname, statuyê dixwazin. Kurd perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin. Mîsogeriya statuya zagonî dixwaze.
 
Kurd welatiyên wekhev û rêveberiya xweser dixwazin.”
 
Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku di Şerê Rizgariyê de li Çanakkale Kurd hebûn û wiha lê zêde kir: “Dema komar hat avakirin Kurd hebûn. Kurd bûn şirîkê hemû êşên Tirkiyeyê. Em vê giraniya kêşeyan nehêlin siberojê. Em dikarin bi hevre çareser bikin. Daxaza Kurdan ne cudakarî ye. Kurd parçekirinê naxwazin. Yekîtiya demokratîk dixwazin. Kurd dixwazin bi hevre bi rêve bibin. Dixwazin muzakere bikin. Dixwazin xwedî nasname û çand bin. Ev pêvajo dê teqez bi aştiyê çareser bibe.”
 
Tuncer Bakirhan da zanîn ku Kurd li cihekî din li çaresseriyê nagerin û wiha got: “Kurd li Enqereyê li çareseriyê digerin. Sala par Birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin. Çek hatin şewitandin. Rêxistinê xwe fesix kir. Niha dor dora zagonên aştiyê, zagonên ewlehiyê û zagonên hiqûqê ye. Ji bo vê yekê divê êdî dewlet gavan bavêje. Divê êdî girtî serbest bin. Divê Ayşe, Fîgen, Selehattin serbest bên bin. Divê yên li sirgûnê û yên li çiyê vegerin tev li siyasetê bibin. Divê statuya Birêz Oclaan û şertên wi bi zagonan bên temînkirin û Birêz Ocalan karibe li vir li vê qadê biaxeve. Ez bang li erka dewletê dikim, werin em hiqûqa aştiyê ava bikin.”
 
Tuncer Bakirhan bang li cemaweriya Tirkiyeyê û gelê Kurd jî kir û wiha lê zêde kir: “Bila îsal zagonên aştî û çareseriyê bên avakirin. Bila muxalefet netirse, piştgiriyê bide aştiyê.  Ez bang li cemaweriya Tirkiyeyê dikin. Li her bihosta axa Tirkiyeyê êş heye. Xwîn hat rijandin. Divê êdî kes bedelan nede. Dema hembêzkirinê ye. Ez bang li Kurdan dikin. Em ne çar in. Em yek in. Em yekîtiya xwe ava bikin.
 
Ev Newroz Newroza ji îsyanê derbasbûna avakirinê ye. Ev vîn tê tu carî têk neçe. Ev gel teqez dê bi ser bikeve. Newroza gelê me pîroz be.”
 
Bafil Celal Talabanî: Silav heval Abdullah Ocalan
 
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî jî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Peyama Bafil Talabani wiha ye: “Silav Kurd û Kurdistan, silav hevalên hêja, silav zarokên xweşik ku niha li wir sekinîne, silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok. Cejna we ya Newrozê pîroz be, îşelah tim di cejnê de bin. Di vê dema hesas de ku girîng e, yekgirtîbûna me ye, yekgirtîbûna hemû Kurdan e yekgirtîbûna her çar parçeyê Kurdistanê ye.
 
Silaveke taybet, rêzeke taybet ji bo hemû aliyên ku beşdarî projeya aştiyê ya heval Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Îşelah di demekî herî nêz de têm xizmeta te heval Apo. Îşelah bername û plana te em ê bi hev re biqedînin. Îşelah di demekî nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin. Hûn hemû dizanin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tim bi we re bûye. Niha sozekê didim we her tim ji bo we dibe her tim ji bo we xebat dike û her tim li ser serê min û çavên min. Hûn bi xwe jî dizanin ku xwezayeke min heye ya ku dibêjim bi cih tînim. Soz didim we hemûyan. Saleke din hûn ê min bi video nebînin. Ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn. Cejna we pîroz be. Li ser ser û ser çavan.”
 
Nêçîrvan Barzanî: Sembola vejîn û îradeya jiyanê ye
 
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Nêçîrvan Barzanî xwend. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku ji bo wan Newroz cejneke taybet e û wiha got: “Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.”
 
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Newroz ji bo wan cejneke taybet e û wiha got: “Sembola vejîn û îradeya jiyanê ye. Her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku hertim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê. Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salanê yê ciwan, bi serê xwe; cejna jiyan û ciwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu.”
 
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê jî anî ziman û got: “Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya herdu gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike. Em pir ji kevnde cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin.”
 
Nêçîrvan Barzanî herî dawî wiha got: “Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne. Werin em hemû pêkve kar bikin ji bo ku di van rojan de, ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî. Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”