Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

  • 15:38 21 Adar 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Xizmên Windayên li Colemêrgê faîlên Îkbal Yaşar ê di Newroza 2008'an de di encama êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest daye, pirsîn.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Colemêrgê bi daxwaza “Winda werin dîtin, faîl bên darizandin” li Kolana Hunerê 219emîn çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên Îkbal Yaşar ê di pîrozbahiyên Newroza 2008'an de ji hêla polîsan ve hatiye kuştin hate pirsîn.
 
Çîroka Îkbal Yaşar ê di Newroza 2008'an de di êrişa polîsan de birîndar bûye, bi astengkirina polîsan ve derengî şandine nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest daye hevseroka Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Sîbel Çapraz xwend.
 
Sîbel Çapraz bi bîr xist ku malbat serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û ev tişt gotin: “DMME ji ber ‘binpêkirina mafê jiyanê bi awayeke bandor lêkolîn nekiriye’ Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî biryara binpêkirinÊ jî bi salan lêpirsîn dom kir û di dosyeyê de tu pêşketin nehatin pêkanîn. Divê demildest lêpirsîn were pêkanîn û berpirsên kuştina Îkbal Yaşar werin darizandin.