Li Geverê bi hezaran kesî Newroz pîroz kirin

  • 14:31 18 Adar 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê, bi hezaran kesan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û peyama "Azadî ji bo Ocalan" dan û Cejna Newrozê pîroz kirin.
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada fûtbolê pîrozbahî hate lidarxistin. Hevserokê Giştî DBPê Keskîn Bayindir û Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û dayikên aştiyê, bi deh hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên Geverê bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, zer û sor hatin qada Newrozê. Li qadê coş û kelecaneke mezin hebû û dirûşmeyên, “Bîji Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi domdarî hatin berzkirin. Gelê Geverê daxwazin xwe yên ji bo ziman û çanda Kurdî bi pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” li qada Newrozê anîn ziman.
 
Posterên Ocalan hatin vekirin
 
Di pîrozbahiyê de ciwanên Geverê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hîlgirtin. Pîrozbahîyê ji bo cangriyên ku di têkoşîna zadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji destdane deqeyak bi rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Navçeya Geverê ya DEM Partiyê Abdûllah Kirmizigul axivî û Newroza Gel pîroz kir. Abdûlah Kirmizigul da zanîn ku Newroz roja serhildan û berxwedanê ye û wîha got: “Em jî Kawayê Hesînkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan Newroza hemû şehîdên Newrozê pîroz dikin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.”
 
‘Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê yek e’
 
Oznûr Bartin Newroza 2026an li hemû gel û Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pîroz kîr û wiha axivî: “Hêzên hegemonîk dixwazin gelê Kurd bêsatatû, bênasname bihêlin û me ev rewş herî dawî li Rojava dît. Lê gelê Kurd bi yekitiya xwe bersiv da van hêzan. Gelê Rojava bi Paradîgmaya birêz Ocalan li berxwe da û bi serket. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê yek e. Em ê bi nasnameya xwe, çand û zimanê xwe li mîrateya şehîdan xwedî derkevin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdûllah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Dem dema azadiya Birêz Ocalan e’
 
Keskîn Bayindir jî Newroza gel pîroz kir û got ku Newroza 2026an li qada berxwedanê Geverê li Rêberê Gelê Kurd pîroz dike. Bayindir Newaroza çar aliyê Kurdistanê pîroz kir û wiha pê de çû: “Em hatine qonaxeke girîng û ev qonax qonaxa azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Dixwazin pîrozbahiya Newrozê asteng bikin, li hember astengiyan Zekîyeyan bi bedena xwe agirê Newrozê pêxîst, hûn nikarin Newrozê asteng bikin.”
 
‘Gelê Rojhilat dê biser bikeve’
 
Keskîn Bayindir balkişand ser şerê li Îranê û ev tişt gotin: “Gelên li Îranê bi salan in di bin zilm û zordariyê de ne. Niha jî li dijî Rejîma Sêdare di nav têkoşîneke de ye. Em bawer in gelê Rojhilat dê bi paradîgmaya Rêzdar Ocalan li berxwe bide û bi ser bikeve. Kesa nikare pêşiya têkoşîna me bigire. Gelê Kurd êdî bêstatîbûnê qebûl nake. Ji ber ku Serokatîya me heye, fikir û felsefeya wî heye. Kurd dê heta ku azad bibin li berxwe bidin.”
 
Piştî axaftinan dayikên aştiyê agirê Newrozê pêxist û gel li dor agir govend gerand. Piştre hunermend Sîpan Xelat û Senar Renda bi stranên xwe gel coşandin.