Li Qoserê Newroza bi coş: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • 12:04 17 Adar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, pîrozbahiyek mezin a Newrozê ku bi deh hezaran kes beşdar bûn û bi taybetî tevlibûna zêde ya ciwanan hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de bi deh hezaran kesan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin.
 
Di pîrozbahiya newrozê ya li Qosera Mêrdînê ku bi dirûşma "Newroz Azadî û Demokrasiyê" hate lidarxistin, bi deh hezaran kes beşdar bûn. Ji saetên sibehê ve welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin ber bi qadê ve herikîn. Ketina qada newrozê ji du deriyan pêk dihat û firoşkarên ku keziyên kesk sor û zer û şalên zer, sor û kesk li derveyî qadê difirotin jî bala gelek kişand û firotineke baş kirin. Gelek ciwan bi boyaxê rûyê xwe rengîn kiribûn û wiah ketin qdê. Malbat bi zarokên xwe yên biçûk beşdar bûn, kesên astengdar bi kursiyên tekerlekdar hatin û jinên temen mezin jî bi gopalê xwe ketin qadê.
 
Li hemberî provokasyonê bêdeng neman
 
Li deriyên ketina qadê , polîsan bi wayekî berfireh li ser jinan lêgerîn kir. Di destpêkê de jinan lêgerîn red kir û gotin ger ku lêgerîn dewam bike ew ê li derveyî qadê pîrozbahiyê bikin. Piştî ku welatiyan li dijî hewldanên provokatîf ên polîsan nerazîbûn nîşan dan, lêgerîna berfireh di dawiyê de hate rawestandin.
 
Peyamên ji qadê deng vedan
 
Dema ku welatiyan li qadê cihên xwe girtin û li ber stranên ku ji ser dikê dihatin lêxistin govend gerandin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî", "Newroz pîroz be" û "Rojava Rojhilat, Kürdistan yek welat"  gelek caran ji qadê hatin berzkirin.
 
Li qadê, gelek kesan dowîzên bi nivîsa "Rojek nû, jiyanek nû" hilgirtin, di heman demê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nişkê ve ji çar aliyên meydanê bilind bûn. Derketina holê ya posterên Abdullah Ocalan coşa girseyê geş kir û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Li gel posterên Abdullah Ocalan, posterên damezrînerên PKK'ê Mazlum DoGan, HakI Karer, Sakine CansIz û gelekên din hatin vekirin. Herwiha posterên endamên PKK'ê yên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Her ku poster li pey hev dihatin daliqandin, coşa li qadê zêde dibû û girseyê bidirûşman peyama xwe dida.
 
Banga Ciwanan ji bo Têkoşîn û Rêxistinkirinê
 
Piştî merasîmê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, komîteya amadekar û protokol derketin ser dikê û hatin nasandin. Piştre, Hevserokê şaxê navçeya Qoserê yê DEM Partiyê Halît Karahan, welatî silav kirin , cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ew ê pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi rihê Newrozê hembêz bikin.
 
Piştî vê yekê, hunermend Hamit Karadeniz derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kir. Dema ku welatiyan pîrozbahiya Newrozê bi stranên Hamit Karadeniz berdewam dikri, ciwanên ku nûnertiya "Ciwanên Apoîst" dikirin mîkrofon girtin û girse silav kirin. Di axaftinê de, bang li ciwanan hat kirin ku têkoşînê rêxistin bikin û berfireh bikin. Di pîrozbahiya ku gelek ciwan  beşdar bûn, gelek caran dirûşmeya "Ciwan şopînerên dilsoz ên Apo ne" hat berzkirin.
 
Gelê Kurd dê tekoşînê bidomîne
 
Piştre, Endama Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê  Berîtan Güneş Altın derket ser dikê û xîtabî welatiyan kir. Berîtan Güneş Altın bi pîrozkirina Cejna Newrozê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku bi mîlyonan kes li meydanên Newrozê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang dikin û daxwaza pêkanîna mafê hêviyê kir. Berîtan Güneş tekez kir ku azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd pir girîng e û destnîşan kir ku bê azadî gelê Kurd dê dev ji têkoşînê bernede.
 
Piştre, parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û diyar kir ku tevgerên Kurd û Ocalan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsiyariyek mezin girtine û bang li dewletê kir ku  ew jî berpirsiyariya xwe di zûtirîn dem de bicîh bîne.
 
Bi caketên xwe agir pêxistin
 
Piştî axaftinan, pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Dema ku agirê Newrozê bi meşaleyan dihat pêxistin, ciwanan meşale girtin û bi xwe agirê Newrozê pêxistin. Dema ku agirê Newrozê dihat pêxistin, ciwanan, wekî salên berê, çaketên xwe yên zivistanê avêtin ser agir û şewitandin.
 
Piştî axaftinan, Koma Rîtmen Azad derket ser dikê. Bi hezaran kesan bi hev re li ber stranên komê govend gerandin û girse qet nesekinî. Di dawiyê de, koma Ribabê derket ser dikê û pîrozbahiya newrozê bi ribabê berdewam kir.