Li Qersê Newroz di bin berfê de hat pîrozkirin
- 11:22 15 Adar 2026
- Rojane
QERS - Tevî berfê, bi sedan kes li qada pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Qersê kom bûn; di pîrozbahiyê de peyamên azadî, demokrasî û berxwedanê derketin pêş.
Li Qersê, bi sedan kes li Qada Îstasyonê bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" kom bûn û cejna Newrozê pîroz kirin. Kesên ku di saetên sibehê de gihîştin qadê, bi cilên xwe yên neteweyî û rengên zer, sor û kesk reng dan qadê.
Piştî axaftinan, pîrozbahiyên Newrozê bi derketina ser dikê ya hunermend Cevdet Bagca û gerandina govendê bi dawî bû.







