Zekiye Alkan: Agirê Newrozê herî baş di bedena mirov de pêdikeve

  • 09:02 15 Adar 2026
  • Rojane
Semîha Alankuş
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Zekiye Alkan… Jineke ku ji Kelkîtê berê xwe da Amedê û li ser Sûrên Amedê got ‘Agirê Newrozê herî baş di bedena mirov de pêfikrbr’, gihişt sira agir.
 
Newroz cejna qêrîna li dijî koletî, bêdengî û zilmê ye. Newreoz ji Kurdistanê destpê dike û li gelek erdnîgariyan wek hatina biharê, vejîna nû tê pîrozkirin. Lê ji bo jinên Kurd Newroz ne tenê cejn e, heman demê de roja vejîn û têkoşînê ye.
 
Li gorî her demê jinên kurd wateyên nû li Newrozan bar kirin. Rotaya têkoşînê diyar kirin. Yên ku ewil peyama Mazlum Dogan ku di 21’ê Adarê de li Zindana Amedê li dijî faşîzma 12’yê îlonê çalakî pêk anî, girtin jinê kurd bû. Heqîqeta jinên gihişt sira Newrozê  dreket holê. Ya ku pêşengiya vê kir Zekiye Alkan bû û li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir.
 
Jinek ciwan a ji Kelkîtê
 
Zekiye Alkan di sala 1965’an de li gundê Akdag ê navçeya Kelkît a Gumuşxaneyê hat dinê. Dema Zekiye Alkan 8 salî bû malbata wê ji Gumuşxaneyê koçî Erzînganê dikin û piştre jî koçî Îzmîrê dikin. Zekiye Alkan Beşa tipê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike û têkoşîna gelê kurd bala wê dikişîne. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’yî hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. 
 
Zekiye Alkan zilma ku dihat kirin qebûl nedikir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zindana Amedê Newroz pîroz kir dixwend. Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Zekiye Alkan dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê re.
 
Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin
 
Di arefeya Newrozê de li Parka Trafîk a Amedê, bi hevalên xwe re dema runiştibû, pereyên bêrika xwe derxist û da ber agir û got: “Ez Newrozê pîroz dikim. Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin.”
 
Rihê agir
 
Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Cenazeya wê li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat definkirin. Ev ne tenê çalakiyek hêsan manîfestoyek bû. Ev xwe nîşandina hişmendiya ku rihê berxwedan û azadiyê dihewand bû.
 
Ji bo bibe doktor hat gel hişyar kir
 
Zekiye Alkan ku ji bo bibe doktor hat Amedê, bû maşeleya hişyariya gel . Wê demê tenê canek neçû, ew dem bû vejîna netewekê, hişyarbûna gelekî.
 
Ji vir şûnde wateya Newrozê guherî. Ji bo Kurdan Newroz êdî ne tenê mizginiya biharê, ronahiya diçû azadiyê bû. Zekiye Alkan li şûna bibe doktor, bû sembola berxwedana ku hêviyê dide hemû gel.
 
Nirxandina herî watedar
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê çalakiya Zekiye Alkan de wiha gotibû: “Jina kurd jiyana azad ferq kiriye. Dema mirov hemû pêvajoyên hatine jiyîn binirxînin piştî salên 1990’î xebatên jinan demeke nû îfade dikin. Çalakiya keça me ya qehreman Zekiye Alkan, mînaka cesaret û fedekariya bêdawî ye. Ji ber vê jî ketina wê ya rizgariya jinê wisa ne ketineke ku biçûk bê dîtinê ye.” 
 
Hêviya xwe bi agir mezin kir
 
Zekiye Alkan ku sira agir bi Newrozê re kir yek, riya herikîna Newrozê ya mîlyonan vekir. Agirê Newroza li Sûrên Amedê pêkry, Kurdistan derbas kir û li her derê cîhanê gûr bû.