Li Îlamê ji heman malbatê 6 welatiyên kurd hatin qetilkirin
- 12:50 14 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa Îsraîl-DYE’yê ya li ser navçeya Eywan a Îlamê de ji malbateke kurd 6 kes hatin qetilkirin.
Vê sibehê li bajarê Eywan ê ser bi parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişek asîmanî ya Emerîka-Îsraîlê de ji malbatekî kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku hîna jî cenazeyên wan ji bin kavilan nehatine derxistin û xebatên ji bo derxistina cenazeyan berdewamin.
Têkildarî êrişê Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê di daxuyaniyekî de ragihand, vê sibehê ji ber êrişa Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya li ser deverek niştecihbûnê ya li bajarê Eywan 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha da diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 6 mehî jî heye û heta niha jî cenazeyên wan di bin kavilan de mane.







