Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

  • 14:28 2 Adar 2026
  • Rojane
NAAVENDA NÛÇEYAN -Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal bi manşeta "Avakirina komînê bi qasî Welatê Rojê hêja ye" derket.
 
Rojnameya Komînal a mehane ku bi dirûşma "Israra li ser mirovbûnê israra li ser sosyalîzmê ye" dest bi weşanê kir, di hejmara xwe ya destpêkê de bi giranî cih da "Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk" a Rêber Apo.
 
Manîfesto ji aliyê komîsyonekê ve li ser esasê Manîfesto û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibata 2025'an ji weşanê re hate amadekirin.
 
Sernavên di hejmara destpêkê de cih digirin
 
*Xweza û wate
 
* Xwezaya civakî û pirsgirêk
 
* Di nava civaka dîrokî de komîn û dewlet
 
Ji 20 rûpelên rojnameyê 16 rûpel di bin van sernavan de ji naveroka manîfestoyê pêk tê. Analîzên Rêber Apo ji xwezayê heta bi gerdûnê ronahiyê dide ser serpêhatiye hebûnê ya mirov a lêgerîna li wateyê. Manîfesto dîroka ol û baweriyan bi çavê sosyalîst lêkolîn dike û ji roja ku civakîbûnê destpê kir heta bi roja heyî dîroka ku şaş hatiye nivîsandin rexne dike.
 
Weke alternatîfa li sîstema modernîteya kapîtalîst ku mirovahî ber bi felaketê ve biriye, balê dikişîne ser rê û rêbazên pêkanîna jiyana civaka komînal a demokratîk a nû. Têkildarî mirovê sosyalîst û komînê nêrîneke berfireh û kûrahî pêşkêş dike. Destnîşan dike ku komîn bi giştî ji bo mirovahiyê bi taybetî jî ji bo Kurdan girîng e.
 
Manîfesto bi bîr dixe ku civak li ser nirx û keda jinê ava bûye, lê belê ev afirînerî hate desteserkirin û aliyên dîrokî yên kujerê kastîk lêkolîn dike.
 
Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk bi analîzên xwe yên kûr ji bo mirovên li cîhaneke nû digerin, li ser bingeha azadiya jinê didin pey jiyaneke nû, ji bo aşiqên azadî û jiyana wekhev, ji bo sosyalîst û komunalîstên ku dixwazin sosyalîzma demokratîk ji xwe bidin destpêkirin û bijîn, rêbertiyê dike.
 
Nirxandina siyasî
 
Di rojnameya Komînalê de bi sernavê "Em Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bixin pratîkê, Komploya Navneteweyî bi temamî têk bibin" nirxandineke siyasî hate weşandin.
 
Li bergê dawî yê rojnameyê wêneyê ciwantiyê yê şehîdê Berxwedana Zindana Amedê Mazlûm Dogan û çend hevok ji helbesta "Dayê tu megrî" ya Cegerxwîn hate weşandin.