Ji TJA'yê vîdeoya 'Niha dema jinê ye'

  • 12:12 1 Adar 2026
  • Rojane
AMED-TJA'yê bi dirûşma "Niha dema jinê ye' li ser medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kir.  
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ser hesabê medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kir. Di vîdeoya ku Dayikeke Aştiyê, parêzer, rojnamevan û ajokarek jin tê de cih digirin de, jinan peyama "Em ji bo deng û mafên jinan li vir in" dan.