Dorpêça li ser Kobanê mehek li pey xwe hişt
- 11:38 19 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Kobanê 31 rojin dibin dorpêçek giran deye, şêniyên Kobanê banga vekirina rêyan û gihandina alîkariya mirovî bo bajêr dikin.
Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji 20`ê Çileyê ve bajarê Kobanê dorpêç kirine, ku bûye sedema xirabûna rewşa zêdetirî 600 hezar sivîlan li bajêr û gundewarên derdora wê.
Rê girtî ne, derfet nayê dayin xwarin û pêdiviyên bijîşkî derbas bibin. Nexweşxane ji ber kêmbûna dermanan, bi taybet ji bo nexweşiyên kronîk û rewşên awarte, bi derfertên herî kêm dixebitin.
Şîrê zarokan hema hema tune ye, jiyana bi sedan pitikan di xeteriyê de ye. Berdewamiya dorpêçê dê bibe sedema zêdebûna rêjeyên nexweşî û kêmxwarinê, bi taybet di nav zarok û extiyaran de.
Dorpêçkirin her wiha bûye sedema kêmbûna pêdiviyên germkirinê ku êşa şêniyan, bi taybet di kamp û stargehan de, girantir kiriye.







