Rêya meşa li Êlihê guherî
- 12:51 14 Sibat 2026
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, Platforma Saziyên Demokratîk, banga beşdarbûna meşa meşaleyî ya ji bo salvegera komployê kir û got: "Werin em lîstikên ku li dijî gelê Kurd tên lîstin pûç bikin."
Li hemberî Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Platforma Saziyên Demokratîk dê li gelek bajaran bi dirûşmeya "Bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve" meşan li dar bixe.
Li Êlihê, rêya meşa ku dihat plankirin ji Kolana Hunerê dest pê bikira û heya Parka Yilmaz Guney bidomiya, hat guhertin. Meş dê ji Kolana Gulistanê dest pê bike û ber bi avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Dortyolê ve bidome.
Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ku banga beşdarbûna meşa meşaleyî kirin, gotin: "27 sal berê, hêzên navneteweyî di kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd, komployek pêk anîn. Meşa ku em ê sibê li dar bixin ji bo pûçkirina vê komployê pir girîng e. Ji ber vê yekê, em jin, ciwan û gelê xwe yê welatparêz vedixwînin meşa xwe ya sibê. Werin em hemû bi hev re bixebitin da ku van lîstikên qirêj pûç bikin."







