ROJEVA 08'Ê SIBATA 2026'AN

  • 09:00 8 Sibat 2026
  • Rojev
 
* Şikeftên ji bo sewalkariyê dihatin bikaranîn, îro bûne navenda bazirganiya tiryakê û bêdengiya rayedaran jî bazirganiya jehrê roj bi roj mezin dike. BI DÎMEN 
 
*Jin der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotinên Devlet Bahçelî yên wekê "Heta Anatolî negihêje aramiyê, Abdullah Ocalan negihêje hêviyê, Ahmet negihêjin merciyê, Demîrtaş venegere mala xwe biryara me zelale" bibîr xist û diyar kirin ku gotin pirin lê tiştekî hatiye kirin nîne. BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedara girtî Pervîn Oduncu ya ji doza Kobanê girtiye, dorpêça Kobanê, êrîş û hedefgirtina jinan nirxand û got: “Ji rêxistinbûn û berxwedana jinan ditirsin. Ji ber vê jî bi hêrs in. Birîna keziyan jî nîşaneya vê ye. Kujerê kastîk wê kujerbûna xwe, jin jî wê hişyarbûn û rêxistibûna xwe bidomîne.”