Xizmên Windayan li gelek bajaran eqûbeta xizmên xwe pirsîn

  • 14:59 7 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz û Cuneyt Aydinlar ên 32 sal berê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn û xwestin aqûbeta wan bê aşkerakirin. Di heman demê de faîlên Mehmet Tekdag ku 33 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan, ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de banga “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” hate kirin. 
 
Amed 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe di hefteya 887’an de domand. Xizmên Windakiriyan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê tevî baranê jî çalakiya xwe domand. Xizmên Windakiriyan, endam û rêveberên ÎHD’a Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hate hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Mehmet Tekdag ê di 12’ê Sibata 1993’yan de hatibû qetilkirin hate vegotin. Di çalakiyê de Sekreterê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz beriya daxuyaniyê axivî.
 
Akdenîz, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Xizmên Windakiriyan û got: “Têkoşîna me dê bi malbatê me re berdewam bike. Îro em ji bo Mehmet Tekdag li vir in. Piştî salek li ser qetilkirina Mehmet Tekdag derbas bû birayê wî Alî Tekdaq jî hate qetilkirin. Em kujerên wan dipirsin, heya ku kujer têne eşkere kirin û darizandin em dê li vir têbikoşin.”
 
Dê têkoşîn bidome
 
Xwîşka Mehmet Tekdag, Îffet Mûtaş jî di çalakiyê de axivî û got: “Heta ku sax bim ez ê hesabê ji kujerên birayên xwe bipirsim. Ka birayê min çi bi wan kiribû? Xwedê heqê me nehêle. Heta jiyana me berdewam bike em ê li pey doza wan bin. Kezeba me şewitandin. Hesret di dilê me de maye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”
 
Serpêhatiya Mehmet Tekdag
 
Piştre jî ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Berfîn Elçî serpêhatiya Mehmet Tekdag xwend û got: “Mehmet Tekdag zewicî bû û bavê çar zarokan bû. Wekî endamê Lijneya Disiplînê ya HEP’a Amedê dixebitî. Di 2’yê Sibata 1993’yan dema diçû karê xwe (pastaxaneya xwe), li devera Dortyolê ya Rezan a Amedê ji aliyê kesekî nenas ve rastî êrişeke çekdarî tê. Di encama vê êrişê de Mehmet Tekdag bi giranî birîndar bû. Di dema bûyerê de, welatiyek ji bo ku nehêle êrişkar bireve, dikeve pey wî lê polîsên sivîl wî welatî digrin. Tevî ku welatî bi israr êrişkar nîşan dide û dibêje ew direve jî, polîsên sivîl bersiva ‘temam, em ê çareser bikin, hûn miriyê xwe rakin’ didinê. Polîs wî welatiyê ku di peyketina êrişkar de bi israr bû, dixin mînîbusê û pirsên wekî ‘Te êrişkar dît? Te ew naskir?’ jê dipirsin. 
 
Mehmet Tekdag ê birîndar, ji aliyê welatiyên li derdorê ve rakirin nexweşxaneyê lê belê bijîşk mudaxele nakin. Nêzî 4 saet piştî êrişê bijîşkek ji bo mudaxelekirinê hat. Bi hinceta ku alav û amûrên mudaxileyê nînin, got; ‘divê vî nexweşî bibin Stenbol an jî Enqereyê’ û mudaxele nake. Waliyê Herêma Rewşa Awarte (OHAL) Unal Erkan jî bi hinceta ku wext dereng e û ewlehî nayê dabînkirin, Balafirgeha Amedê venake.
 
Roja din jî tevî ku derfeta Mehmet Tekdag hebû bi balafira yekem were şandin jî, karûbarên nexweşxaneyê wekî hincet tên nîşandan û wî li balafira ewil siwar nakin. Mehmet Tekdag, dema li benda balafira duyem bû, li Balafirgeha Amedê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê, malbata Tekdag her çend têkoşîna hiqûqî bimeşîne jî, di pêvajoyê de tu pêşketin çênabe. Kuştina Mehmet Tekdag wekî ‘kiryarên nediyar’ dimîne.” 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 723’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê Sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê hate binçavkirin û piştre tu agahî jê nehatin girtin hate pirsîn.
 
Cuneyt Aydinlar, xwendekarê pola 3’yan a Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê bû. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê rêveberê ÎHD’a Êlihê Alî Karadogan ve hate xwendin.
 
Serpêhatiya Cuneyt Aydinlar 
 
Alî Karadogan bi bîr xist ku Cuneyt Aydinlar di 20’ê Sibata 1994’an de hatiye girtin û heta 2’yê Adara 1994’an di bin çavan de hatiye ragirtin. Karadogan, bi domdarî got: “Cuneyt Aydinlar di binçavan de bi îşkenceya giran re rû bi rû maye. Di 2’yê Adarê 1994’an de ji aliyê şeş polîsan ve ku gotibûn, ‘Tu amade yî bimirî? Tu diçî mirinê’ hatiye revandin. Ji wê demê heta niha tu agahî jê nayê girtin. Dozgera Komarê li şûna ku bûyerê lêkolîn bike, senaryoya ku reviyaye ya polîsan esas girt û biryara girtinê derxistiye. Bi sedema hinceta demboriyê hewceyî vekirina dozê nehat dîtin. Mixabin, dewlet heta îro ne pergalek edaletê ya ku bikaribe rewşa kesên di binçavan de hatine windakirin zelal bike, nedaye avakirin. Kesên ku ji wan windayan berpirsiyarin divê bi sûcê li dijî mirovahiyê li ber dadgehê hesab bidin. Rayedar û berpirsiyar bêdeng man lê em ê bêdeng nemînin. Em ê di lêgerîna edalet û rastiyê de bi israr bin. Tişta ku dixwazin were windakirin, mirovahî ye. Ji ber vê yekê em ê her dem li rûmeta mirovahiyê xwedî derkevin.”
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg
 
Xizmên Windakiriyan û Şaax ÎHD’a Colemêrgê, çalakiya xwe di hefteya 213’an de li navçeya Geverê berdewam kirin. Çalakî, li Kolana Hunerê hat lidarxistin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê di sala 1994’an de li Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin hate pirsîn. 
 
Serpêhatiya Akdenîz, ji hêla ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Dundar Koç ve hate xwendin.
 
Serpêhatiya Akdenîz wiha ye: “Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pasûrê di 20’ê sibata 1994’an de bi beşdariya 200 leşkeran bi ser gundê Gevranê yê Pasûrê ku malbata Akdenîz lê dijiya de girtin. Di dema serdegirtinê de şêniyên gund bi darê zorê hatin derxistin. Leşkeran tevahiya jin, zarok, kal û pîr li meydana gund kom kirin. Piştre jî mal şewitandin. Leşkerekî ji kaxizekî navê 6 kesan xwend. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şîrîn Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî di lîsteyê de bûn. Ev kes li pêş çavên hemû gundiyan rastî tundiyê hatin. Piştre jî leşkeran her 6 kesan girtin bi xwe re birin navçeya Pasûrê.
 
Ji binçavkiriyan Halît, Îrfan, Mehmet Şîrîn û Ziya 18 roj piştre hatin berdan û hatin gundê xwe. Lê belê Ziya Çîçek dema hat berdan şandin leşkeriyê. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Her 4 kesên din jî gotin ku di 5 rojên binçavkirinê de Mehmet Mehdî Akdenîz jî li gel wan li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê hatiye girtin, îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin û piştî ku Mehmet Mehdî Akdenîz birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê jî êdî agahî jê negirtine.
 
Li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz ê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê dihat ragirtin, hefteyek piştre birine Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Ji 6 kesên hatin binçavkirin, Halît, Îrfan, Mehmet Şirîn û Ziya piştî 18 rojan serbest hatin berdan. Kesên hatin berdan, diyar kirin ku bi Mehmet Mehdî Akdenîz re li Qereqola Navçeya Pasûrê 5 rojan bi hev re mane û îşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Kesên serbest hatin berdan, dan zanîn ku leşkeran piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz birine Qereqola leşkeran a navçeya Farqînê û careke din ew nedîtine. Malbata ku agahî ji kurê xwe negirt, der barê aqûbeta wî de serî li saziyên fermî da. Lê tevî hemû hewldanan jî bi tu awayî agahî ji Mehmed Mehdî Akdenîz nehat girtin. 
 
Her wiha li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li gel Qudusî Adiguzel û Mîrza Ateş ên di binçavan de hatine windakirin bi hev re hatiye dîtin. Ji vê dîrokê û şûnde jî tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nehat girtin. Malbata wî di demên cuda de serî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) da. Her dem bersiva daxwaznameyan nehat dayîn. Lê belê di 11’ê gulana 1994’an de bersiva daxwaznameyek bi nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin; ‘Navê wî di nava binçavkiriyan de nehatiye dîtin.’ Tevî ku li pêş çavên bi dehan mirovan hat binçavkirin jî binçavkirina wî hat redkirin. Malbata Akdenîz piştre gelek serlêdan kir lê hemû jî bêencam man. Piştî ku ji hiqûqa navxweyî encamek bi dest nexist, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji bo vê jî biryara binpêkirinê hat dayîn.”
 
Îzmîr
 
Çalakiya rûniştinê ya li Îzmîrê ku her du hefteyan carekê tê lidarxistin, li pêşiya Sumerbank a berê ya li navçeya Konakê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkevin” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne?” hatin hilgirtin. Ji rêveberên ÎHD’ê Evrîm Kubîlay di çalakiyê de axivî. 
 
Evrîm Kubîlayê, aqûbeta Mehmet Nezîr Duman ê 33 sal in winda ye pirsî. 
 
Evrîm Kubîlay got: “Duman, 29 salî bû û 7 zarokên wî hebûn. Gelek caran bi ser mala wî de hate girtin. Gelek caran ji hevjîna xwe re got ku tê şopandin. Duman, li ser texsiya ticarî ya bi bi plakaya 62 AE 220 ku li ser navê wî bû, ajokarî dikir. Di 12’ê Sibata 1993’yan de rêwiyek bir Midyadê. Rojek piştre jî dema ji Midyadê vedigeriya Hezexê, li devera Tepekoyê 4 kesên çekdar wesayîta wî dan sekinandin. Ji van çar kesan sêyan jê Nezîr li wesayîta xwe siwar kir û revandin û yê çaremîn jî wesayîta Nezîr bir. Kesê bi navê A.K. ku bûbû şahidê bûyerê, ev agahî da bavê Nezîr, Alî Duman. Heman kesî her wiha got ku li cem Nezîr cerdevanên gundê Tepekoyê dîtiye. Şahidê bi navê R.K. jî got ku li gel revandina Nezîr, wesayîta wî jî ber bi Midyadê ve birine. Alî Duman, çawa hay ji bûyerê bû, çû Qereqola Cendirmeyan a Navenda Hezexê. Got ku wesayîta kurê wî winda ye û jê xwest bibînin. Di 6’ê Gulana 2005’an de jî hevjîna Nezîr, Azîme Duman tevî ji parêzerên ÎHD’ê Erdal Kuzu serî li Dozgeriya Komarê ya Kerboranê da. Dozgeriyê, ji bo serlêdanê biryara bêrayetiyê da û dosya şand Dozgeriya Komarê ya Hezexê. Lêbelê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê di 30’ê Çileya 2009’an de bi hinceta demborînê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ da. Em li vir bangî meqamên darazê dikin, nabe ku demborîn weke amûra veşartina van sûcan were bikaranîn. Hemû biryarên demborînê yên li ser dosyaya Mehmet Nezîr Duman betal bikin.”