'Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê'
- 12:29 5 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rapora tundiya li ser jinê ya sala 2025’an eşkere kir û diyar kir ku tundiya li ser jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tên.
Rapora ku Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amade kirî, li Hola Konferansê ya Elî Emîrî hat parvekirin. Psîkolog Zelal Koca, diyar kir ku tundiya li dijî jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek siyasî û avahî ye ku ji hêla pergala civakî ya serdest a mêran ve çêdibe.
Di raporê de, hat diyarkirin ku ji 258 jinên ku di sala 2025’an de serlêdan kirine, piraniya wan rastî tundiya nava malbatê hatine û hin ji wan ji aliyê hevserên xwe yên berê ve rastî tundiyê hatine.
Hat destnîşankirin, ku jinan pir caran daxwaza piştgiriya aborî kirine û piştre serlêdanên ji bo piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk hatine.
Di raporê de hat destnîşankirin ku jiyana gelek jinan di xetereyeke cidî de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna li dijî tundiyê ne meseleyeke xwestina alîkariya civakî ye, berevajî mafekî bingehîn e û bang li hikûmetên herêmî hat kirin ku hejmara stargehan zêde bikin, Qanûna Hejmar 6284 bi bandor bicîh bînin, ewlehiya aborî ya jinan misoger bikin û xizmetan bi zimanê wan ê dayikê pêk bînin.







