MKG û DFG: Rojnamegeran demildest berdin
- 16:22 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG û DFG'ê daxwaza berdana tavilê ya 5 rojnamevanên ku li Stenbolê hatine binçavkirin, kirin.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê 5 rojnamevanên ku li Stenbolê hatine binçavkirin de daxuyaniyek dan.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Îro serê sibehê li Stenbolê bi ser malan de hat girtin. Her wiha bi ser ofîsa Ajansa Nûçeyan a Etkinê de jî hat girtin. Di serdegirtinên ku di saetên serê sibehê de hatin kirin de, nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkinê Nadire Gurbuz, Pinar Gayip, Elif Bayburt, Muslum Koyun û Zuleyha Muldur hatin binçavkirin.
Di serdegirtina ofîsa Ajansa Nûçeyan a Etkinê de, dîskên hardê yên komputerên di ofîsê de hatin desteserkirin. Ziyanek mezin gihîşt qada ofîsê.
Di heman demê de, hesabê medyaya dîjîtal a Ajansa Nûçeyan a Etkinê hate girtin. Hesabê nû hatibû vekirin jî tavilê hate rawestandin.
Her çend zext li ser rojnamevanan li Tirkiyeyê her roj zêde dibe jî, mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê jî tê astengkirin. Divê zexta dadwerî ya li dijî rojnamevanan tavilê bi dawî bibe. Em daxwaz dikin ku hevkarên me, ku hîn jî di derbarê sedemên girtina wan de tu agahî nehatiye dayîn, tavilê werin berdan. Em krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ya bi rêya binçavkirin û girtinê û zexta li ser rojnamevanan qebûl nakin!
Wek rojnamevanên Çapemeniya Azad, em piştgiriya xwe ya bi Ajansa Nûçeyan a Etkînê re radigihînin û diyar dikin ku em ê pêvajoyê bişopînin.
Em careke din dubare dikin: Hevkarên me tavilê serbest berdin ! "







