‘Em ê her dem Rojava biparêzin’

  • 20:14 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi boneya 1ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de hate gotin ku gelê Kurd heta hetayê dê bi Rojava re be  û destkeftiyên Rojava biparêzin.
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Bi Rojava Re ya Cîhanê li gelek navçe û bajaran daxuyanî hatin dayîn.
 
Sêrt
 
Xelkê Sêrtê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Sêrtê bi boneya 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû û daxuyanî da û meş li dar xist. Di çalakiyê de parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Sêrt û navçeyan, her wiha gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Girseyê pankarta “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav dikin” hilgirtin. Di çalakiyê de bê navber diruşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevseroka DBPê ya Sêrtê Muazzez Bulgar daxuyaniya hevpar xwend.
 
Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di daxuyaniyê de axivî û got: “Gelê Kurd îro li çar aliyê cîhanê li ser piyan e. Rojava rûmeta jiyanê diparêze, hezar silav li hemû gelên bi Xweseriya Demokratîk re ne. Helbet em ê li kêleka kesên mafên wan tê binpêkirin bin.”
 
Bazîd
 
Li navçeya Bazidê ya Agiriyê, bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meş hate lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Meşa ku li Kolana Mem û Zînê bi pankarta “Rojava ala me ya sor e” pêk hat, Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Sirri Sakik û Nejla Demir û gelek kesên din beşdar bûn. Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em kî ne?” hatin berzkirin.
 
Manîsa
 
Li Manîsayê jî welatiyên ku dixwestin êrişên li dijî Rojava bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bikin rastî astengiya polîsan hatin. Komên ji navçeyên Turgutlu û Salîhliyê hatîn li ketina Manîsayê hatin astengkirin. Li ser wesayîtan û beşdaran kontrola nasnameyê û lêgerîna wesayît û kesan hate kirin. Piştî lêgerînan, wesayît hatin girêdan û birin otoparka pêbawer. Komê ku wesayîtên wan hatibûn desteserkirin, tevî hemû astengiyan jî paşde gav neavêtin. Beşdaran pankarta, “Rojava ne bi tenê ye” vekir û biryar dan ku bi meşê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda bajar bibin. Di daxuyaniyên ku di dema meşê de hatin kirin de, hate gotin ku piştgiriya gelê Rojava sûc nîne û tevî hemû astengiyan jî ji têkoşînê venagerin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi gelê Rojava re û got: “Her çiqas dilên me hezar parçe bibin jî, em bi yek dil û yek deng li qadan in. Ev gel qet dê rê nede faşîzmê.”
 
Îzmîr
 
Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a ji bo 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bi sedan kes li ber Konak Pierê hatin cem hev, girseya ku ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê gihîştibû hev, pankarta ‘Rojava berxwedan e, têkoşîn e, azadî ye. Nayê teslîmgirtin’ vekir û dovîzên ‘Rojava xeta me ya sor e’ bilind kirin û gelek caran dirûşmeyên ‘Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin. Digel barana zêde jî girseyê qad ne terikand û ber bi qada Cumhuriyetê ve meşiya. Polîsan rê li ber girseyê girt û êriş bir ser girseyê. Girse tevî astengiya polîsan jî bi dirûşmeyan meşa xwe domand.er Konak Pierê hatin cem hev, girseya ku ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê gihîştibû hev, pankarta ‘Rojava berxwedan e, têkoşîn e, azadî ye. Nayê teslîmgirtin’ vekir û dovîzên ‘Rojava xeta me ya sor e’ bilind kirin û gelek caran dirûşmeyên ‘Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin. Digel barana zêde jî girseyê qad ne terikand û ber bi qada Cumhuriyetê ve meşiya. Polîsan rê li ber girseyê girt û êriş bir ser girseyê. Girse tevî astengiya polîsan jî bi dirûşmeyan meşa xwe domand.
 
Mûgla
 
Di daxuyaniyên li navçeyên Mîlas û Bodrum ên Muglayê hatin dayîn de hat destnîşankirin ku parastina destkeftiyên li Rojavayê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Nûnerên DEM Partiyê diyar kirin ku Rojava sembola têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan e û banga hevgirtinê kirin.