Şandeya Swîsreyê li Rojava ye

  • 19:51 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeke ji 13 kesan ku ji siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan ên Swîsreyî pêk tê, ji bo rewşa leşkerî û mirovî ya li Rojava di cih de lêkolîn bike, çû Qamişloyê.
 
Êrişên li ser Rojava û çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî van êrişan di raya giştî ya cîhanê de dengvedana xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de, şandeke Swîsreyê ya ji 13 kesan ku di nav de endama Partiya Basta ya Meclîsa Mezin a Basel-Stadtê Franziska Stier, Alîkarê Serokê JUSO ya Swîsreyê (Sosyalîstên Ciwan) Julien Berthod, Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîchê ya Partiya Keskan Yves Henz, lêkolînerê doktorayê û aktîvîstê Zanîngeha Baselê Moritz Alexander Haegi, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Cyrill Hermann û hunermend hene, çû bajarê Qamişloyê.
 
Şandê bi navê "Rojava Delegation of Humanity" daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca serdanê ew e ku bûyeran di cih de bibînin û li ser rewşa siyasî û mirovî ya herêmê lêkolînan bikin.
 
Di daxuyaniya şandê de hat destnîşankirin ku sedemên sereke yên serdanê krîza mirovî ya giran, şert û mercên dorpêçê û xeteriya qirkirinê ya li ser kêmneteweyên etnîkî û olî ne. Hate diyarkirin ku di vê hawirdora bêîstîkrar de şopandin û piştgiriya pêvajoyên muzakereyê di asta navneteweyî de lezgîn e.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku bi destpêkirina êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê di 6’ê Çileyê de, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye navenda şerekî nû. Hat diyarkirin ku li herêmê ne tenê artêşa Hikûmetê Veguhêz û milîsên wê, lê Tirkiye û gelek hêzên wê yên wekîl jî hewl didin kontrolê peyda bikin.
 
Hat destnîşankirin ku bajarê Kobanê yê li rojava hîn jî ji aliyê çeteyên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ve di bin dorpêçê de tê girtin û rewşa mirovî her ku diçe girantir dibe.