Hejmara koçberan zêde dibe û sazî banga lezgîn a alîkariyê dikin
- 13:14 19 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara malbatên koçberên Efrînê û Kurdên ji Reqa û Tebqayê ku koçber dibin, zêde dibe. Saziyên eleqeder diyar dikin ku rewş xirab e û banga alîkariyê ji rêxistinên mirovî yên navneteweyî dikin.
Malbatên koçberên Efrînê û malbatên Kurd ên li bajarên Reqa û Tebqayê ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Koçber li Stada Şehîdên 12’yê Adarê tên pêşwazîkirin û komîteyên alîkariyê koçberan li dibistan, akademî, Kampa Newroz a li Dêrikê bi cih dikin. Ji ber ku her saet hêjmar zêde dibe, li gorî agahiyên me ji komîteyên alîkariyê wergitine, bi hezaran malbat koçber bûne û hîn jî koçberî berdewam e.
Ji ber pirbûna koçberan şevê din bi hezaran koçber li baxçeyan man. Ji ber sermayê rewşa tenduristî ya zarok û kesên temenmezin ne baş e.
Heyva Sor a Kurd ji bo tedawîkirina nexweşan li Qamişlo û Hesekê klînîkên xwe danîne, her wiha klînîkên gerok jî li cihên koçber hatine bicihkirin, digerin.
Li gorî agahiyên me ji Heyva Sor a Kurd wergirtine, hejmara bijîşk, hemşîr û hemşîreyan zêde dikin.
Rêveberê Rêxistina Rojava Ebdullah Hemîd Mano diyar kir ku ji ber hejmareke mezin a koçberan tê Hesekê û Qamişloyê, bi awayekî lezgîn pêwîstiya van malbatan bi pêdiviyên jiyanî heye, pêdiviyên wekî av, xwarin, betanî û hwd.
Ebdullah Hemîd Mano da zanîn ku ji berê ve koçber li herêmê pir in, rêxistinên herêmî pê re nagihêjin ku alîkariyê bikin. Mano bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyê bikin, ew jî dê bi erka xwe rabin lê alîkarî pêwîst e û rewş pir xirab e.







