Derbarê gerîlayên jiyana xwe ji dest dan de doz hat vekirin
- 09:35 4 Kanûn 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
DÎLOK - Reşehat Ceylan diyar kir ku ji bo keça wê ya heft sal berê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, doz li wê hatiye vekirin û got: "Zaroka min şehîd bû û divê ez berdêla wê bidim? Gelo divê ez dozê li kê vekim? Zaroka min jî şehîd bûye. Ez vê rewşê qebûl nakim."
Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) ji bo wergirtina teqawidiya saxmayî ya ku ji malbata cerdevan Reşit Koçak re hatibû dayîn ku di operasyona leşkerî ya li navçeya Dihê jiyana xwe ji dest dabû, li dijî çend malbatên ku li Dîlokê dijîn, doz vekir. Li ser daxwaza saziyê, dadgehê dosyaya dozger û tomarên SGK ji nû ve lêkolîn kir. Li gorî Qanûna Hejmar 5510, ji hevjîn û zarokên Reşit Koçak re teqawidiyên saxmayî hatin dayîn.
Di vê çarçoveyê de, hat diyarkirin ku Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) li dijî malbatên gerîlayên HPG, YJA-STAR, û YPG'ê bi îdiaya ku bûyera cerdevan Reşit Koçak tê de miriye"kiryarek rêxistina terororê ye" û saziyê "zirar dîtiye". dozên tazmînatê vekirine, Li gorî agahiyan, dozên hatine vekirin veguhertine cezayê pereyan.
'Ez ne razî me û ez nadim'
Hat diyarkirin ku doz li dijî Reşehat Ceylan, dayika Hîvîdar Ceylanku tevlî pevçûnê bûye û jiyana xwe ji dest daye û bavê wê Kutbettin Ceylan, hatiye vekirin. Reşehat Ceylan derbarê dozê de wiha got: "Keça min heft sal berê şehîd bû. Postavan vê dawiyê nameyek li ber deriyê me danî. Di nameyê de hatibû gotin ku doz li dijî me hatiye vekirin. Ez ne di rewşekê de me ku doza tezmînatê bidim. Wan doz li dijî keça min vekirin ji ber ku cerdevanek miriye. Sê şehîdên me heneû wan ji bo her sêyan dozên tezmînatê yên cuda vekirine. Ji ber vê yekê, ez razî nabim ku tezmînat were dayîn û ez ê nedim. Ez dixwazim ku ev rewş di parlementoyê de jî were nîşandan. Wan ne tenê li dijî me, lê li dijî malbatên din jî dozên tezmînat vekirine. Xwedê her kesî ji vê rewşê biparêze; rewşek pir dijwar e. Zaroka min şehîd e û divê ez berdêla wê bidim? Gelo divê ez dozê li kê vekim? Zaroka min jî şehîd bû. "







