Li gumanbarê destdirêjiyê cezayê wek xelat!

  • 17:32 25 Mijdar 2025
  • Rojane
 
WAN-Li gumanbarê destdirêjiyê Mustafa Çîftçî ku destdirêjî li zarok kiribû, 7 sal û 6 meh ceza hat birîn. Daxwaza girtinê jî hat redkirin.
 
Li navçeya Erdîş a Wanê  gumanbar Mustafa Çîftçî destdirêjî li zarokê kiribû. Ji sûcên ‘destdirêjiya li zaroka 12 salî’ û ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarok’ doz hat vekirin. Sêyemîn runiştina dozê li Dadgeha Ceza Giran a Erdîşê hat dîtin Malbat û parêzreên zarokê, Endamên Komîsyon Mafê Zarokan a Meclîsa Şaredariya Erdîşê, Komeleya Mafê Zarokan a Medya tevli runiştinê bûn. Gumanbar jî bi parêzerên xwe tevli runiştinê bû.
 
Runiştin bi parastina gumanbar û parêzerên wî dest pê kir. Piştre parêzerên zarokê daxwaza kirin ku divê gumanbar bê cezakirin û girtin.
 
Merciya îdiayê ku mutala da xwest gumanbar bê cezakirin. Piştre heyeta dadgehê biryar aşkera kir û ji sûcê ‘di asta nêzikbûnê de îstîsmarkirin’ 6 sal û sê meh, ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarok û kes ji azadiyê bêpar hiştin’ jî salek û 3 meh ceza birî.  Bi giştî 7 sal û 6 meh ceza birî. Dadgehê daxwaza girtinê red kir û biryara berdewamkirina biryara kontrola edlî ya bi teşeyê hepsa malê da.