Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê rapora salekê eşkere kir
- 14:05 25 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê li rapora tundiya li ser jinan a sala 2025'an eşkere kir û got ku di her warî de tundiya li ser jinan zêde bûye.
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Danezana Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya Amedê rapora tundiya li ser jinan a sala 2025'an eşkere kir. Gelek pêkhateyên Torê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Torê Mîna Îlhan ve hat xwandin.
Mîna Îlhan diyar kir ku dema ew salek berê bi îsal ve miqayese dikin tundiya derûnî ji sedî 27 û tundiya aborî ji sedî 44 zêde bûye û got: “Tundiya zayendî û fizîkî jî hem ji aliyê rêjeyê ve hem jî ji aliyê naverokê ve girantir bûye. Em ê wekî Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber tundiyê rabin û ji bo jiyanê bi hevgirtinê û xwebûyînê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û lîlandinê bi dawî bû.









