Li Silêmaniyê pêngava têkoşîna dijî tundiyê hat ragihandin
- 13:47 25 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngavek 16 rojî ya dijî tundiya jinan da destpêkirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku dijî tundiyê dest bidin destê hev.
Li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê, Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngavek 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan ragihand.
Di daxuyaniyê de çalakvanên jin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyên hikumî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek li ser navê Koma Hemahengî hate xwendin.
Di daxuyaniya ji aliyê Arezu Xefur ve hatî xwendin de, hate gotin; “Em weke Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, ji bo dawî anîna tundiya dijîtal û hemû curên din yên tundiya ser jinan, vê pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan radigihînin. Bê guman ji bo têkoşînê jî pêwîstî bi hewldanên mezin hene. Di sedeya borî de, rewşa siyasî we kir ku tundî zêde bibe. Tevî rewşa siyasî, sererastkirina yasaya Rewşa Kesî hate erêkirin û ev yek rewşa Iraqê ber bi salên pênciyan ve paşxist. Ev yek tundiya ser jinan zêde dike û jin koçî welatên derve dikin.
Tundî ne tenê di çarçoveya derûnî û fizikî deye, di heman demê de bi amêrên peywendiyê jî tên kirin, ji bo vê nabe tenê em di van 16 rojan de têbikoşin, divê hertim civak di warê êriş û gefên elektronî de werin hişyarkirin. Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo dawî aniya tundiyê, dest bidin destê hev û dijî tundiyê rabin.”
Piştî daxuyaniyê berdevka Rêveberiya Tundûtujî ya Malbatê ya li Silêmaniyê Raz Firya jî axivî û got; “Emê bi dirûşmeya ‘Dijî tundiyê emê hev bigirin’ piştgiriya vê pêngavê bikîn. Em dixwazin mafê jin û malbatê bidest bixin û piştgiriya hemû jinan dikîn. Emê ji bo çareseriya pirsgirêkan bibin alîkar.”
Herî dawî jî jinan bi boneya pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiyê, 16 şitlên daran çandin.









