Ji bo meşa Kolnê banga tevlîbûnê
- 13:10 29 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Belçîkayê û pêkhateyên Meclîsê ji bo meşa mezin a 8’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.
Kurdên li Belçîkayê û pêkhateyên Meclîsê ji bo meşa mezin a 8’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kir. Meş wê di salvegera 3’yan a kampanyaya ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statu de bê lidarxistin.
Di daxuyaniya hatî dayîn de, wiha hate gotin, “Xwedî derketina li xeyalên şehîdan, tê wateya yekbûna di meşa azadiyê de” û banga tevlîbûna meşê hate kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di vê roja girîng û dîrokî de, em bang li hemû gelê xwe yê li Belçîkayê û gelê Kurd ê li Ewropayê dikin ku tevlî vê meşa ji bo xeyalên şehîdan û azadiya Rêber Apo bibin. Divê wê rojê em hemû li Kolnê bin û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.”
Hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn diyarker e.
Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt jî hate gotin: “Azadiya Rêber Apo, hêviya hevpar a aştiyê ya hemû gelên li herêmê ye. Meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê, ji bo mezinkirina vê hêviyê û peyameke xurt a ji raya giştî ya navneteweyî re, rojeke dîrokî ye.”
Meclîs û Rêveberiya Belçîka bang li demokrat, sosyalîst û enternasyonalîstan jî kir û destnîşan kir ku meş berpirsyariya hevpar a her kesê ye, ne tenê ya gelê Kurd e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo tevlîbûna meşê li Belçîkayê hemû amadekariyên pêwîst hatine temamkirin û wiha hate gotin, “Amadekariyên me temam in. Li her derê otobus û wesayît hatine amadekirin. 8’ê Mijdarê em ê bi hev re li Kolnê bin. Em ê xwedî li Rêbertî, mîrateya şehîdan û têkoşîna xwe ya azadiyê derbikevin.”







