
ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2025'AN
- 09:00 23 Cotmeh 2025
- Rojev
*Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan der barê êrişên li hember Kurdî axivî û got: “Koleja TED li hember zimanê Kurdî êrîşek qirêj pêk anîn. Em carek din wan şermezar dikin. Li cihekî wek Amedê saziyek wisa tiştekî wisa dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev polîtîkayek qirêje. Ev rewş bi zanebûn hat kirin.” BI DÎMEN
*Emîne Akturk û Fadîme Yildiz bi armanca balê bikşînin ser pençeşêra memikan bi bîsîkletan çûn bajaran û bi nexweşên pençeşêrê re hatin gel hev. Emîne Akturk û Fadîme Yildiz wiha gotin: “Ji bo em balê bikşînin ser teşîsa zû û moral bidin kesên dermankirina pençeşêra memikan dibînin em ketin rêyê.” DÎMEN HEYE
*Endama Lijneya Rêveberiya KHM’ê ya Baroya Amedê Raperîn Akengîn der barê geşedanên dawî yên dosya Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Gotin CD ya dîmenên otopsiyê tê de bûn hatiye xêzkirin. Ev dîmen di alî ronîkirina bûyerê de û tevahiya delîlan de gelek girîng e.”