Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
- 12:45 18 Cotmeh 2025
- Ekolojî
AMED - Di komxebatên ku di roja duyemîn a Forûma Avê ya Mezopotamyayê de hatin lidarxistin de, girîngiya çemên Dîcle û Firatê, çareseriyên demokratîk û ekolojîk ji bo krîza avê û rola rêveberiyên herêmî hatin nîqaşkirin.
Forûma Avê ya Mezopotamyayê (MSF) ku ji bo parastina çavkaniyên avê yên Mezopotamyayê, misogerkirina edaleta ekolojîk û parastina mafên gel ên li ser avê tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê berdewam dike. Di roja duyemîn a forûmê de bi beşdariya gelek mêvanên navneteweyî, çalakvanên jîngehê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kargehên bi sernavên "Av, Aştî û Azadî", "Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê" û "Dîplomasiya Avê ya Gel" hatin lidarxistin.
Kargeha bi sernavê "Av, Aştî û Azadî" li ser girîngiya çandî û dîrokî ya çemên sereke yên Mezopotamyayê Dîcle û Firatê, potansiyela wan lokomotîfî ya ji bo aştiyê û edaleta ekolojîk û civakî di navbera welatên herêmê de bi çi awayî dikare bê çêkirin, hat sekinandin. Her wiha li ser nêzîkatiya jinan a li hember vê mijarê û beşdariya civakê di vê pêvajoyê de jî hat sekinandin. Kargeha ji hêla Prof. Dr. Beyza Ustun, Yasin Duman û James Bogue ve hat birêvebirin.
Kargeh bi sernavê "Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê li Mezopotamyayê" li ser sedemên krîza avê ya herêmê û çareseriyên demokratîk-ekolojîk sekinî. Resul Almastaş, Derya Akyol û Anna Bachman kargehê bi rê ve birin.
Kargeh bi sernavê "Dîplomasiya Avê ya Gel", li ser pêwîstiya tevger û hikûmetên herêmî ji bo pêşxistina çareseriyên beşdar û li ser bingeha herêmî di dîplomasiya avê de, li şûna ku xwe bispêrin peymanên dewletê yên dûrxistinê, sekinî. Kargeh ji hêla İsmaeel Dawood, Jenniver Sehring û Çilem Aydin ve hat birêvebirin.
Di kargehan de, li ser mijarên curbicur, di nav wan de mafê av û jiyanê, av û bîra çandî, aştî û ewlehî, tenduristiya civakê, guherîna avhewayê, rêveberiya avê ya ekolojîk û demokratîk, parvekirina avê ya navbera dewletan, qanûn, aktorên dîplomatîk, rolên hikûmetên herêmî û rêxistinên jîngehê di dîplomasiyê de, nêrîn hatin parvekirin. Beşdaran di çarçoveya mafê av û jiyanê de bi rêya sohbet, pêşkêşkirin û xebata komî li ser pirsgirêkên ekolojîk û çareseriyên dîplomatîk nîqaş kirin.