Êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê

  • 10:06 16 Cotmeh 2025
  • Rojane
MÊRSÎN - Li navçeya Toroslar a Mersînê, bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê.
 
Avahiya Navçeya Toroslar a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) doh bi şev bû hedefa êrîşeke bi keviran.
 
Bi destwerdana şêniyên taxê re êrîşkar hate girtin û piştî ku hate binçavkirin ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mersînê.
 
Ji ber êrîşa bi kevir xisara madî li avahiyê bû.