Êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê 2025-10-16 10:06:05   MÊRSÎN - Li navçeya Toroslar a Mersînê, bi keviran êrîş birin ser avahiya DEM Partiyê.   Avahiya Navçeya Toroslar a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) doh bi şev bû hedefa êrîşeke bi keviran.   Bi destwerdana şêniyên taxê re êrîşkar hate girtin û piştî ku hate binçavkirin ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mersînê.   Ji ber êrîşa bi kevir xisara madî li avahiyê bû.