Axaftina însiyatîfa aştiyê hat birîn:Mudaxaleyê gotina me nekin!

  • 18:46 15 Cotmeh 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Feride Eralp, ku li ser navê Însiyatîfa Ji Aştiyê re Pêwistiya Min Heye ya Jinan di komîsyonê de dihat guhdarkirin dema axivî endamên komîsyonê yên AKP’ê gotina wê birî. Li ser vê yekê jinan bertek nîşan dan û gotin: “Mudaxaleyê gotina me nekin.”
 
Însiyatîfa Ji Aştiyê re Pêwistiya Min Heye ya Jinan di rûniştina 2’yemîn a Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku li Meclîsê ava bû ye de hat guhdar kirin. Rûşen Seydaoglu û Ferîde Eralp ku dema li ser navê însiyatîfê rapora amadekiribûn pêşkeşî komîsyonê dikirin ji aliyê endamên komîsyonê yên AKP’ê ve gotinên wan hat qut kirin. Li ser vê yekê jinan bertek nişan dan.
 
Li ser navê însiyatîfê Ferîde Eralp dema qala tundiya cinsî ya ji aliyê dewletê ve li dijî jinan tê kirin endamên komîsyonê yên AKP’ê tahamûlî wê nekirin û bertek nişan dan. Jinan jî li dijî vê yekê gotin em qebûl nakin. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ket navberê û wiha got: “Her kes li vir axivî. Hin kes hebûn ku ramanên pir radîkal anîn ziman. Lê heke em ê li vir li ser êşê biaxivin, em dikarin bi hezaran demjimêran biaxivin. Tohmetên ku dê bi tevahî Komara Tirkiyeyê girêbidin bêkêr in û dê tu encamê nedin. Divê her kes li zimanê xwe haydar be. Em ramanên xwe tînin ziman û yên ku guhdarî dikin guhdarî dikin, lê yên ku red dikin guhdarî nakin. Em hewl didin cûdahiyên xwe bidin aliyekî û ji bo pêşeroja hemû gelên li Tirkiyeyê pêşerojeke ava bikin.”
 
Jinan jî bertek nişanî endamên komîsyonê yên AKPê dan û gotin axaftinên me qut nekin