Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat taloqkirin
- 11:03 7 Cotmeh 2025
 - Hiqûq
 
	AMED - Danişîna doza rojnamevan Nûrcan Yalçin, bi biryara berdewamiya qedexeya derketina derve ya li ser wê hatiye sepandin, hate taloqkirin.
	Çaremîn rûniştina doza ku rojnamevan Nûrcan Yalçin bi tohmeta "bi zanebûn û bi dilxwazî ????alîkariya rêxistinê kiriye" û "binpêkirina qanûna pêşîgirtina fînansekirina rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê hat lidarxistin. Nûrcan Yalçin beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.
	Rûniştin taloqî 3'yê Adara 2026'an hat kirin. 

				
				
				
				
				





