TJK-E: Em beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin
- 09:55 7 Cotmeh 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û banga beşdarbûna çalakiyên ku wê li seranserê Ewropayê bi şîara ‘’Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji Rêber Apo re Azadî!’’ bên lidarxistin, kir.
	Naveroka daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) bi vî rengî ye:
	‘’Di 27’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Apo hatî kirin de, em bi hêrs û nefreteke mezin ya bi qasî roja ewil şermezar dikin. Di serî de NATO, em dubare hêzên herêmî û navneteweyî yên komplo pêş xistine, şermezar dikin. Em şehîdên xwe yên fedaî yên bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dijî hêzên komploger ji agir çember ava kirine, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.
	Rêber Apo tam 27 salan beriya niha, bi operasyonekê neçar hat hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve. Rêber Apo piştî 9’ê Cotmeha 1998’an û heya niha, li Ewropaya ku ji bo pirsgirêka Kurd dûrî zemînê şer û pevçûnan bixe û bi rê û rêbazên aşitiyane çareser bike berê xwe dabûyê, weke ‘persona non grata’ yanî kesê ku nayê xwestin hate îlankirin. Kesên ku qala demokrasî, mafê mirovan, dewleta hiqûqê û edaletê dikin, serî li bêedaletiyên herî mezin dan û dev ji polîtîkayên bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd bernedan. Hiqûqa xwe jî binpê kirin, bêçareserî li hewlên çareseriyê ferz kirin û bi wî awayî bersiv dan. Weke jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn em dubare van rastî û berpirsiyariyên dewletên Ewropayê bi bîr dixin.
	Komploya 9’ê Cotmehê, bi radestkirina Rêber Apo ya ji dewleta Tirk re bi encam bû. Ji wê rojê ve ye Rêber Apo, di bin êşkence û pergala tecrîdê ya Îmralitê de tê girtin. Li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku dewleta Tirk jî alîgir e, li gel tijebûna esareta 25 salan diviya ‘Mafê Hêviyê’ bikeve meriyetê. Lê belê dewleta Tirk têkildarî vê yekê di pêngavneavêtinê de israr dike. Demdayîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji dewleta Tirk re ku meha borî di civîna xwe de nîqaşa vê mijarê jî kir, tê wateya ku Konseya Ewropayê xwedî li hiqûqa xwe dernakeve. Weke TJK-E’yê em vê helwesta Konseya Ewropayê qebûl nakin û şermezar dikin.
	Nêzîkî salekê beriya niha pêvajoyeke nû destpê kir. Rêber Apo, weke sala 1998’an dîsa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên siyasî û aştiyane înîsiyatîf nîşan da. Li gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk, di serî de jin bang li hemû civaka me kir ku bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibe. Xurtkirina destê Rêber Apo, xwedî wate û girîngiyeke mezin e.
	Ji bo ku pêvajoya heyî veguhere muzakereyeke rastîn û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd vebe, şert e ku bi awayekî fîzîkî azad bibe. Di bin şert û mercên Îmraliyê yên tecrîd û êşkenceyê de aştî pêk nayê. Ji ber wê yekê em dibêjin; ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji Rêber Apo re Azadî!’ Weke TJK-E em 27’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bi vê şîarê pêşwazî dikin û li gelek navendên Ewropayê çalakiyan lidar dixin. Di serî de jinên Kurd em bang li gelê me yê li Ewropayê û dostên xwe dikin ku bi awayekî xurt beşdarî van çalakiyan bibin.
	Îro di salvegera komployê de, êrîşên ku dixwazin li hemberî şoreja Rojava pêş bixin, nîşaneya israra polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li ser gelê Kurd in. Lê belê haya gelê Kurd û dostên wan ji van polîtîkayên qirêj heye. Ji ber vê yekê xwedî derketina li şoreşa Rojava ji bo me gelekî girîng e.
	Divê neyê jibîrkirin ku vale derxistina komployê, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe. Lewma di salvegera 27’an de em ê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bimeşînin û pêdiviyên banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bi cih bînin. Divê em hîn zêdetir xwe rêxistin bikin, bibin komun û sîstema xwe ya civaka demokratîk li her derê bixin meriyetê. Weke jin em hêza pêşeng a vê pêvajoyê ne.
	Li ser vî bingehî em car din komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-E’yê wê bi şîara ‘Ji bo Aştî û Çareseriya Demokratîk, ji Rêber Apo re Azadî!’ bên lidarxistin, bibin. Em li qadan kom bibin û bersiveke xurt bidin hêzên komploger.
	Cih û dîroka çalakiyan 
	Çalakiyên ku li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê wê bi şîara “Ji bo Aştî û Çareseriya Demokratîk, ji Rêber Apo re Azadî!”, di 8-11’ê Cotmehê de bên lidarxistin;
	8’ê Cotmeha 2025
	Swîsre
	Cenevre
	Saet: 12.00
	Cih: Li ber NY’ê
	Elmanya
	Aurich
	Saet: 16.00
	Cih: Marktplatz
	9’ê Cotmeha 2025
	Elmanya
	Hannover
	Saet: 17.00
	Cih: HBF Hannover
	10’ê Cotmeha 2025
	Elmanya
	Berlin
	Saet: 17.00
	Cih: Alexanderplatz
	Hamburg
	Saet: 16.00
	Cih: Schulterblatt 71/Rote Flora
	Swêd
	Stockholm
	Saet: 15.00
	Cih: Mynttorget /Stockholm 
	11’ê Cotmeha 2025
	Hollanda
	Den Haag
	Saet: 14.00
	Cih: Carnegieplein 1
	Elmanya
	Frankfurt 
	Saet: 14.00
	Yet: Frankfurt HBF
	Dusseldorf 
	Saet: 13.30
	Cih: DGB Haus
	Fransa
	Paris
	Saet: 14.00
	Cih: Qada République
	Marsilya
	Saet: 13.00
	Cih: Canabiere
	Bordeaux 
	Saet: 15.00
	Cih: Stalingrad
	Strassburg
	Saet: 14.00
	Cih: Place Dauphine
	Awûstûrya
	Viyana 
	Saet: 15.00
	Cih: Westbahnhof 1060 Wien
	Danîmarka 
	Kopenhagen
	Saet: 12.00
	Cih: Nytorv – Kopenhag”

				
				
				
				
				





