Hikumeta veguhêz 8'ê Adarê wek cejn qebûl nekir
- 13:48 6 Cotmeh 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Paşguhkirina roja 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di biryarnameya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji aliyên çalakvan û rêxistinên jinan hat şermezarkirin.
	Serokatiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê rojên cejnên fermî de biryarnameyek derxist. Di biryarnameyê de çend cejnên neteweyî û olî hatin paşguhkirin ku 8`ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî jî yek ji wan e.
	Biryarname û paşguhkirina 8'ê Adarê, ji hêla çalakvanên jin û rêxistinên jinan ve hat şermezarkirin. Jinan ev gav wek nîşaneyeke nû ya paşguhkirina pirsgirêkên jinan û dûrxistina wan ji jiyana giştî nirxand.
	Rejîma berê ya Baasê jî ev roj ji sala 1963'yan ve betal kiribû û wek “Roja şoreşê” ragihandibû ku di wê rojê de Partiya Baasê derbeya leşkerî kiribû û hatibû ser destilatê.
	Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012'yan vir ve ev roj tê pîrozkirin. Her sal ji bo pîrozkirina vê rojê gelek çalakî têne lidarxistin.
				
				
				
				
				
				





